Roj News li dijî Kurdistanê erka xwe ya belavkirina nûçeyên bêexlaq û derew didomîne…

PKK’ê di 5ê Gulanê de bi kongreya xwe ya ku pêk anî ragihand ku wê çekan dane. Lê ji wê rojê heta niha medyaya PKK’ê berê lûlîya xwe daye Kurd û Kurdistanê.
Herêma Kurdistanê û bi taybetî Serok Barzanî ji bo hêsankirina danîna çekan a PKK’ê û dabînkirina ewlehiya pêvajoya ku tê jîyandin di nava piştgirîyeka piraliyan de ye. Lê PKK bi medyaya xwe li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, PDK’ê û tevgera siyasî ya Barzanî ji dijminatiyê gav paşve neavêt û her roj bi awayekî ziravtir êrîş û reşkirinên xwe didomîne.
Herî dawî duh serdana Îbrahim Kalin ku misteşarê MÎT’ê Dewleta Tirk e bo Hewlêrê di medyaya PKK’ê de bi çewtî hat parvekirin. Malpera Tirkî ya Rojnewsê heber bi zimanekî normal da, malpera soranî jî sernavek wiha bikar anî “Serokê MÎT ê bi awayekî nihênî li Hewlêrê ye” û di naveroka nivîsê de jî sernavek bi vî awayî danî “Miteşarê MÎT ê ji bo dîtina Tirkmen û rêveberiya Herêma Kurdistanê hat”.
Rojên borî grûpekî Tirkmena û Heşdî Şebî ji bo dijîtiya danîna kesekî kurd weke Serokê Şaredariya Pirdê li Pirdê xwepêşandan kirin û êrîşî ser avahiyên fermî kirin. Ji ber vê yekê tê xuya kirin ku di demekê de ku di navbera Tirkmen û Kurdan de li Kerkûkê û deverên din hinek rewşek hestiyarî heye, ev mijar kirina nûçe bi mebestê kûrkirina kêşeyê ye.
Medyaya PKK’ê li alîyekî ji bo reşkirina rêveberiya Başûrê Kurdistanê nûçeya belavdike, li alîyê din jî hemû layenên derveyî PKK’ê weke dijmin destnîşan dike û gafa li wan dike.