Cevdet Yilmaz: Di demekê kurt de çekdanana PKKê dê bê dîtin

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê derbarê çekdanîna PKKê de got, Dê di demeke kurt de li qadê bi encamên berbiçav bên dîtin.
Cevdet Yilmaz Yilmaz bderbarê biryara çekdanîna PKKê axivî û got: Piştî biryara PKKê ya çekdanînê, dem hatiye ku em vê yekê li qadê bibînin. Em li bendê ne ku ev di demeke kurt de dest pê bike.
Her wiha diyar kir, ev pêvajo dê li qadê jî bi encamên berbiçav bê dîtin lê ev dê demeke diyar bigire. Helbet ne tiştek e ku di rojekê de bibe.
Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê got ku mekanîzmaya şopandin û çavdêriyê ya vî karî dê teqez bixebite, dê bi hûrgilî bê şopandin. Ji ber vê yekê, em gihîştine qonaxeke girîng û erênî. Pêvajo wekî ku pêwîst e di rêça xwe de, li gorî pêwîstiyên xwe bi rê ve diçe.