Çeteyên PKK’ê zarokekî 12 salî li Kobanê revand

Çeteyên PKK’ê yên bi navê “Ciwanên Şoreşger” zarokekî 12 salî li Kobanê revand û bi mebesta çekdarkirina wî di nava refên YPG’ê de ber bi kampên leşkerkirina zarokan ve bir.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, rêxistina çeteyan ya bi navê “Ciwanên Şoreşger” ku rasterast fermana ji PKK’ê werdigire di 5/6/2025an de li bajarê Kobanê yê Rojava Kurdistanê zarokekî 12 salî bi navê Aydil Eymen Mistefa revandiye û heya niha çarenivîsa wî diyar nîne.
Li gor agahiyên Darka Mazî, paş ku malbata vî zarokî daxwazê ji rêveberiya Rojava dike zarokê wan vegerîne nava malbata wî de, ji aliyê “Ciwanên Şoreşger” ve vîdeo yek hatiye parvekirin ku tê de ev zarok bas li vê yekê dike ku bi kêfa dilê xwe tevlî nava refên YPG’ê bûye û ji boy azadiya her çar perçên Kurdistanê xebat dike.
Çavkaniyên Darka Mazî her wiha eşkere kirin, zarokê revandî ev daxuyanî di bin fişar û zexta çeteyên “Ciwanên Şoreşger” daye û bi ti awa bi kêfa dilê xwe tevlî refên YPG’ê nebûye belku çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ew bi darê zorê revandiye û neçar kiriye vê daxuyaniyê bide.
Tê zanîn ev ne cara yekeme çeteyên PKK’ê bi vî awa tev digerin û zarokên revandî neçar dikin di hin parçe vîdeoyên kurt de bibêjin “em bi kêfa dilê xwe tevlî refên YPG’ê bûne”, pêş niha jî çendîn caran van çeteyan zarokên revandî neçar kirine bi vî awa daxuyaniya bidin.