Endam, alîgir û serokatiyên partiyên siyasî

Bûbê Eser
Çawa ku daristan hatine û têne talankirin ku ji bona mirov xwe li ber siya wan hênik bike, darek nehiştin, îro di gelek rêxistinên me de jî kesên zana, jîr, jêhatî û kêrhatî nehiştine.
Camêrek ji bona xwe hinêk bike sîwana xwe bi serê dareke, jêkirî, çilmî û hişt ve girêdaye û xwe daye ber siya wê. Heger dar nehatibana jêkirin û hişk girin, pêwîstiya wî camêrî ji sîwanê nedima.
Îro em dizanin gelek canik û cemêrên ku min li jor behsa wan kirine di nava rêxistinan de zor peyde dibin. Piraniya wan ji ber tevliheviya nava rêxistina xwe û gelek jî ji ber jîr û jêhatibûna xwe ji aliyê partiyê ve hatine dûrxistin.
Loma jî rewşa partiyên me jî bûne weke wî camêrê ku sîwana xwe bi serê darê ve girêdayî da ku xwe li ber siyê hênik bike. Partiyan jî di nava xwe de zane nehiştine. Loma jî îro bi saya kesên nezan, berjewendîparast yên ne kêrhatî dixwazin partiyên xwe bi rêve bibin.
Lê em dibînin ku partî bi kesên weha re nemeşe, bi pêşve nakeve û her di cihê xwe de dimîne. Ji ber ku wan kesên nezan, nekêrhatî û berjewendî perestên ku serê kaniya rêxistinan di destê wan dene, nahêlin û naxwazin kesên zîrek, bîrewir û têgihişt bibin endam an rêvebirên partiyên xwe.
Ez bi vê gotinê naxwazim neheqiyê li tu kesan û partiyan bikim. Kesên ji vê gotina min bawer nakin, bila pênûs û lênûsek (defter û qelem) bigire destên xwe û yek bi yek endam û rêvebirê hemiya partiyên bakurê Kurdistanê bikin mijara lêkolînekê.
Di lêkolîneke weha de dê bê dîtin ku di serokatiya piraniya partiyên me yên kurdistanî de kesên min anîn zimên, hene. Ji ber ku kesekî/ê nezan û di serokatiya partiyekê de cih girtibe, ne gengaze ku ew tu caran bixwaze kesekî ji wî zanetir bibe rêvebir.
Min gelek caran gotiye û aniye zimên ku nebiserketina partiyên bakurê Kurdistanê ji ber vê ye. Di serok û serokatiya gelek partiyan de jî kesên modela salên 1970.80 hene.
Siyarak (Erebeyek) 1970/80 modelê bifikrin ku ew dikarî çiqasî here. Di nava vê nûjeniya îro de, bi vê teknîka pêşketî, hê jî rêxistin û partiyên me li gor demên berê, bi siyara 1970/80 modelî dixwazin xwe bighêjînin cihê ku dixwazin herinê.
Ha gelek canik û camêr dikarin bêjin: Tu baş dibêje. Lê ka pêşniyarên te çi ne?
Hûn bawer bikin min gelek caran pêşniyarên xwe gotiye û nivîsîne. Heger kesên min û nivîsên min dişopînin an şopandibin dê wan gotin û nivîsên min li tora medya ya îro bibînin. Lê êdî nivîs û gotin jî têr nake. Ji ber ku kesên nezan û xwe zane dihisibînin zehmete ku te, min û me guhdarî bikin. Weke guhdarî bikin dikin lê tim jî weke xwe dikin.
Ji bona pêşketina rêxistinên me pêwîst e ku serokatiya wan ji ciwanên hêja, zîrek û hevdemî pêk bê. Ji ber ku ciwan tim jî ji salmezinan bêtir dikarin bi hevre bidin û bistînin. Lê li ba me salmezinan ew jî tune ye.
Bi salan e ku em ji hevdu xeyidîne. Weha xuya ye heta mirinê jî em ê li ser wê rawestin. Heger me wan salmezinên ji hevdu xeyidî bikarîbana bihatana ba hev. Ji nûde bi hevre li ser rewşa welat biaxifiyana. Tecrubeyên xwe yên bi salan bidana ciwanên xwe. Me rêvebirî bidana wan, hûn bawer bikin em ê bi rehetî ji vê lawazbûnê bihatana azad kirin.
Em sal mezin weke rojeve îro tevnagerin, ji ber ku ev li tebieta me nayê. Loma em ji vê pêşveçûna modern fêm nakin. Em her weke xwe dikin. Pêşniyaran guhdarî dikin lê dîsa weke xwe dikin.
Di vê asta modern de ku ciwanên me her yek ji wan bi çend zimanên biyaniyan dizanin. Her yek ji wan çend uniwersîte qedandinin. Lê gelo ji wan çend kes di rêvebiriya partiyên siyasî de cih girtine. Min bi xwe nedîtine. Çima?
Heger ew bikevin rêvebirtiyê, tirsa ez ê cihê xwe wenda bikin, wê destpê bike. Loma heta ji min tê ez ê nehlim ciwan bikevin serokatiya partiyên Kurdistanî. Heger hin bixwazin zarokên xwe bikin endam jî. Salmezinên serê kaniyan girtine dê nehêlin û naxwazin.
Divê ev baş û bi zelalî bê fêm kirin ku heta em û em bin, em ê jî tim bi deh kesan bin. Divê mirov bipirse. Çend zarokên rêvebirên partiyên me yên bakurê Kurdistanê endamên partiya bavê xwe ne? Min ew jî nedîtine. Ji ber ku em bi xwe asteng in.
Lê li tevgera Barzaniyan binerin, ji roje destbi şoreşa azadî û serxwebûna Kurdistanê kiribûn û heta niha zarokên wan her li ba wam bûne. Loma jî ew zarokên do ku di nava şoreşê de mezin bûne, îro welatê xwe bi rêve dibin.