Îbrahîm Kalin li Bexdayê bi Sûdanî re civiya

Di demekê de ku çav li pêvajoya danîna çekan a PKK’ê ye, Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin serdana Bexdayê kir û bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriya Iraqê, civîn îro 8ê Tîrmeha 2025an pêk hat. Di civînê de, Kalin silavên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan gihandin Sûdanî. Hat ragihandin ku Erdogan daxwaza pêşxistina pêwendiyên dualî yên di navbera herdu welatan de di warê hevkarî û berjewendiyên hevpar de dubare kiriye.
Di hevdîtinê de, bi taybetî behsa mijarên ewlehiyê yên hevpar û hevahengiya zanyariyên îstixbaratî yên di navbera herdu welatan de hat kirin. Hat tekezkirin ku armanc ji vê hevkariyê, xurtkirina aramiyê li ser sînorên hevpar û li herêmê bi giştî ye.
Ev serdan di demekê de ye, tê payîn heta roja Înê ya vê hefteyê, qonaxeke nû ya pêvajoya danîna çekan a ji aliyê komek endamên PKK’ê ve dest pê bike. Ji ber vê yekê, hevdîtina Kalin û Sûdanî wek gaveke girîng a hevahengiya di navbera Enqere û Bexdayê de di vê qonaxa hestiyar de tê dîtin.