Agahiyek di derbarê PJAK-PKKê de

PJAK di sala 2002an de bi navê Combişî Îttehadî Demokratik ji bo Rojhilatê Kurdistanê, di bin agahî û plana Muxaberata Îranê Itleatê û Konseya PKKê de ji bo pêşî li hizbên Rojhilatê Kurdistanê bigrin, hat ava kirin.
PJAK Piştî salekê kar û xebatên gel, li 15 Eylul sala 2003an ji hêla Osman Ocalan (Ferhat) ve li Qendîlê li şkefta dola şehîd Harûn hat ava kirin, Ferhat bi zanebûn navê vê partiyê bi navê hevjîna xwe Partiya Jiyana Azad bi nav kir, Piştî ku Ferhat ji hizbê veqetî, derewa ku Kongra PJAK li 2004an hatiye damezrandin, ilankir.
Di wa salan de gelek Şervanên xelkê Kurdistana Rojhilat di nav PKKê de hebûn, ji Şervanên Rojhilat re propaganda PJAKê ji bo rizgarkirina Kurdistana Rojhilat ji ber ku hizbên PDK-î û Komele bi sernekeftin û têk çon di hat kirin, ji Şervanan wisa dihatin iqnakirin ku PJAK dê vê xebatê ber bi fikra Apo ve bibe û bi berxwedana PJAKê dê ev têkoşîne pêşbikeve.
Hêzeke leşkerî jî hat ava kirin, ev hêze jî gelek caran navê wê hatiye guhertin, kar û xebatên di hatin kirin Pere û Şervan komkirin berdewam kir, Ji bo ku Ciwanên Rojhilat bi xapînin propaganda di hat kirin di gotine Ciwanên Rojhilat werin tevli PJAKê bibin ji bo azadiya gelê Rojhilat, lê ew şervanên tevlî vê rexistinê di bûn yekser piştî perwerdeyekê ew ne dişandin Rojhilat ew di şandin Eyaletên Kurdistana Bakur li wir didane kuştinê.
Di vî maweyê de Ku PJAK Hatî damezrandin, bi teybetî gelek Hevalên Rojhilat wek meclisa PJAK hatin erkdarkirin, lê yên ew bi rêve dibirin Berpirsyarên konseya PKK bûn, Konseya KCK-PKKê bi navê siyasî komîte di bin berpirsyaretiya KCK Sabrî Ok û Zekî Şengalî damezrandin û Kadro û Rêveberên hemî partî û saziyên bi KCK ve girêdayî li wir dihatin amadekirin û tayîn kirin.
Lê ev rewşa alozî di nav hevalên Rojhilat de her diço kûr dibû, ew nameyên ku ji Îmraliyê dihatin nakokî di nav hevalên Rojhilat de bi teybeti astê rêveber de kûr dibû.
Gelek heval di astê rêveber de ji PJAKê Veqetiyan, çend cara meclisa PJAKê dihate astê bê rêveberî û tasfiye dibûn, lê KCK bi rêka siyasî komîtê acî mudaxele dikir.
Yanî em dikarin bêjin yên ku navên wan ên veqetyay li bîra me mayî evin.
Sîpan Rojhilat.
Salmas Şikakî (bi destê PKK hat tesfiye kirin li 2004).
Ziryan Rojhilat.
Mamend Rojhelat.
Aram kotolî.
Azad Mihabadî (birayê Emîr Kerîmî) 2004 qut bû.
Bahoz kotol.
Mirad Kotoli (istixbaratçiyê Karayilan bû paşê di meclisa PJAKê de cî girt paşě teslîmî Itleatê bû).
Zeyneb Mako 2004.
Dîlan Mako 2006.
Zanyar sala 2008.
Aso mahabadî di xebata ciwanan da bû.
Biryar Gabar Piştî telîmata Cuma diroka PKK bi farisî pê da nivîsîn, piştî ku Qendîl radestî Îranê hat kirin pir pê nexweş bû û 2016-17 veqetya.
Aso Sine di reveberiya ciwanan da bû 2011.
Aware Mahabat 2010.
Pêşewa Mahabat 2003
Û gelle kesên ku nav nehatin nivîsîn jî hene.
PJAK ti caran insiyatîfa wê ne di destê Rêveberiya PJAKê da bû (yanî hevalên Rojhilatî, her dem ji KCKê 2-3 endamên wê li ser PJAKê di sekinîn û insiyatîf di destê wan de bû, ji bo hemî dewam û sererastkirina kar û xebat ji bo karê pratîkî, yan Cemal, Yan Cuma di nav de bûn û bi onaya wan hemî kar dihat birêvebirin.
Endamên KCK-PKK yên ji dervey Kadro û Rêveberên Rojhilatî ev bûn:
Sala 2002-2003 Serhat ew 2004 li gel Ferhat qut bu.
2003 Ferhat Ocelan bi xwe konferansa Damezrandina PJAKê çêkir.
Disa 2003 Serhat Maraş, Salîhe Dêrik û Rojda Serhet li ser rêveberîya PJAKê bûn.
2003-2004 Cemîl Amed Serhet Maraş, Dilxwaz Bingol, Rojda Serhet, Zelal Çelê bûn.
2005-2006 Cemîl Amet Dilxwaz Bîngol Serhat maraş, Dr. Afat bun.
2007-2009 Zekî Şingalî, Ronahî Ehmed û Sofî Nûrredîn bûn.
2009-2010 Apêhis û Ronahî Ehmet bûn.
ji Siyasî Komîtê a bi KCKê ve girêdayî Zekî Şingalî û Bozan Tekin bûn, 2010-2012 Riza Altûn Demhat Ozalp li ser PJAK û KODER disekinîn.
Çi gava rêveberên KCK xwastiban kadroyên Rojhîlatî ji PJAK an jî ji Rêveberên wê di karî derxin û berê wan bidin Bakur, HPGê, yan jî ji deverê
Eyaletên Bakur, di karîn ew kadroyên PKKê ku ti elaqa xwe bi Rojhilat ve nebe jî berê wan dida PJAKê ku berdewan endamên Rojhilatî di bin kontrola xwede bigrin, 2011 wextê şerê Tepê Casûsa destpê kirî, Simko Bane Rojhilatî ji eyaletên Bakûr anîn û Danîn ser hêza leşkerî lê dema PKK û Itleata Îranê şerê Casûsa rawestandî bi hev hatî, Simko nerazî bû û wê êvariyê rexmê ku Simko dûrî sengerê pêşî be û cihê wî ewle jî bû ew dan kuştin û li gel Îranê li ser plana Rojava û teslîmkirina ew Çiyayê Qendîlê ku ti cara nekeftibû di bin kontrola dijmin da teslîmî sipay Îranê kirin, pêk hatin.
Kurdo Bakûrî