Pêngaveke Balkêş: Kadroyekî PKK ji Îmraliyê hat berdan, gelo Weysî Aktaş kî ye?

Pêngaveke Balkêş: Kadroyekî PKK ji Îmraliyê hat berdan, gelo Weysî Aktaş kî ye?

Ji Îmraliyê kesekî ku kadroyê PKK bû hat berdan. Weysî Aktaş ê ku berdana wî salek û 3 mehan hatibû paşxistin, piştî 31 salan hat berdan. Aktaş 10 salin li Girtîgeha Îmraliyê girtî bû. Û bi vî awayî bo cara yekê kesekî li gel Abdullah Ocalan hat berdan. Gelek derdorên siyasî ev yek weke gavekî girîng nav dikin û dibêjin ku bila ev kare berdewam be.

Weysî Aktaş ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê dihat girtin, piştî 31 sal û 3 mehan hate berdan. 28’ê Nîsana 2024’an ji hêla yasayî ve cezayê 30 salan ku li Weysî Aktaş hatibû birîn, temam bibû, lê bi biryara Lijneya Îdare û Çavdêriya Girtîgehan berdana Aktaş ji bo salekê hate paşdexistin. Lêbelê ew îro, 26’e Tîrmehê hat berdan.

Weysî Aktaş kî ye?

Weysî Aktaş kadroyekî PKK’ê ye û ev 31 sal bû girtî bû. Ev iro serbest hat berdan.

Weysî Aktaş sala 1971an li Amedê ji dayik bû. Ev sala 1990’an tevlî PKK bû. Di sala 1992an de ji boy xebata bajaran hat rêkirin. Di sala 1993an de hat girtin. Di sala 1994an de hat darizandin û cezayê heta heta lê hat birîn.

Ew li gelek girtîgehên cur be cur ma. Weysî Aktaş, di sala 2015’an de ji bo erka Sekreteriya ji bo Abdullah Ocalan bi hejmarek girtiyên din ên ji doza PKK’ê re ji bo Girtîgeha Îmraliyê hatibû veguhestin û ji wê demê ve li girtîgeha Îmraliyê bû.

Bi vî awayî cara yekê kesekî ji Îmraliyê hat berdan.

Niha bi tenê 5 kesên din bi navên, Ömer Hayri Konar, Zekî Bayhan, Mehmet Yamalak, Engin Atabey, Hamili Yıldırım li Îmraliyê mane.