Nasnameya du keçên din yên Kurdan aşkere bû ku rêxistina PKKê li sala rabûrî berê wan dabû mirinê û mirina wan veşartî hiştbû.
Rêxistina PKKê îro roja sêşemî 29 Tîrmeha 2025ê nasnameya du çekdarên xwe yên jin aşkere kir ku li sala rabûrî 2024ê li çiyayê Asosê yê li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşên hewayî yên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne.
Navên wan wisaye:
Zîlan Osman ji Qoserê ye.
Kanî Eta ji Merîwanê ye.
PKKê weke tev rêhevalên wan, mirina van du keçan jî saleke veşartî hiştiye û îro hatiye dibêje me fedayên xwe yên Apoyî wenda kirin em wan bi rêzdarî li bîr tînin.
PKKe her roj wêneyên komên ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de di berxwedana xwe ya saxte da berê wan daye mirinê û mirina wan veşartî hiştî, li gorî agahiyên Darka Mazî hêjan bi hezaran Gerîla mane ku mirina wan nehatiye îlan kirin.