Nasnameya 6 Gerîlayan aşkere bû, PKKê ji 2019ê mirina wan veşartiye

gerila-6-pkk-hpg-kck-info

Rêxistina PKKê nasnameyên 6 Gerîlayên xwe eşkere kir ku sala 2019ê li çiyayê Gare yê li herêma Kurdistanê canê xwe ji dest daye û heya roja me ya îro mirina wan veşartî hiştbû.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê roja sêşemî 29 Tîrmeha 2025ê, bi daxuyaniyekê nasnameyên 6 endamên xwe yên ku li 29ê Nîsana 2019an li çiyayê Gare yê li sînorê parêzgeha Dihokê canê xwe ji dest dayne aşkere kir.

Navên Gerîlayan wihane:

Denîz Îsyan: Navê wî yê fermî Ebubekir Duzencî ye, ji navçeya Geverê ya Colemêrgê ye û 29ê Nîsana 2019an li Garê canê xwe ji dest daye.

Bêrîvan Hesekê: Navê wê yê fermî Jiyan Halîl Meyiş e û ji bajarê Hisîçayê ye û 29ê Nîsana 2019an li Garê canê xwe ji dest daye.

Dilxwaz Devrîm: Navê wî yê fermî Hîzret Çalkin e û ji Bedlîsê ye û 29ê Nîsana 2019an li Garê canê xwe ji dest daye.

Feraşîn Bêrîtan Pirsûs: Navê wê yê fermî Bêrîvan Demîr e û ji Rihayê ye û 29ê Nîsana 2019an li Garê canê xwe ji dest daye.

Şervan Tirbespiyê: Navê wî yê fermî Kawa Cuma ye û ji Tirbespiyê û 29ê Nîsana 2019an li Garê canê xwe ji dest daye.

Argeş Cûdî: Navê wî yê fermî ye Furkan Bayar û ji Şirnexê ye û 29ê Nîsana 2019an li Garê canê xwe ji dest daye.

Piştî ku PKKê mirina van Gerîlayan bo dema 6 salan li malbatên wan veşartî, îro hatiye di pesnê wan de dibêje me fedayên xwe yên Apoyî wenda kirin, em wan bi rêzdarî li bîr tînin.