Bakirhan: Pêvajoya Aştiyê ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo tevahiya Tirkiyeyê ye

Bakirhan: Pêvajoya Aştiyê ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo tevahiya Tirkiyeyê ye

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, ji ber zimanê ku medya li dijî “Pêvajoya Aştî” bikar tîne, nerazîbûn nîşan da û got, “Hîn zimanê wan neguheriye.” Bakirhan bi taybetî rexne li medyaya dijber girt û got, ew wek medyaya desthilatdariyê di bin ga de li golik digerin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan îro 2ê Tebaxê di çarçoveya “Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk” de li Enqerê bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re civiya. Civîn li Navenda Perwerde û Çandê ya Odeya Endazyarên Makîneyan (MMO) a girêdayî Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endazyarên Tirkiyeyê (TMMOB) pêk hat.

Bakirhan di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya nû û rexneyên tund li zimanê ku desthilatdarî û medya li dijî vê pêvajoyê bi kar tînin, girt.

“Di bin ga de li golik digerin”

Bakirhan diyar kir, di çarçoveya hevdîtinên xwe de nêzîkî 2 hezar civîn bi gel re pêk anîne û ji van civînan dersên mezin wergirtine. Herwiha destnîşan kir, ev pêvajo ne tenê ji bo Kurdan e, lê belê daxwazeke ji bo aştî, dadperwerî û demokrasiyê ji bo tevahiya Tirkiyeyê ye.

Bakirhan helwesta medyayê bi tundî rexne kir û got: “Hûn mafdar in, li derve têgihiştineke cuda heye. Di raya giştî de nîqaşên din tên meşandin. Beşek ji medyayê manşetan davêje û dibêje ‘welat parçe dibe’, bi gotineke din, di bin ga de li golik digerin. Ji nirxandinên sê rûpelî, du peyvan bi mûçinkê derdixin û hewl didin li ser wê têgihiştinê çêbikin.”

Hevserokê DEM Partiyê bi taybetî rexne li medyaya dijber girt û helwesta wê wek şaşiyeke mezin bi nav kir û got: “Ev yek me gelek şaş kir. Diviyabû cihê ku medyaya dijber lê sekiniye ne ev ba.”

Bakirhan tekez kir jî, ew ê bi gel û kedkaran re van astengiyan derbas bikin û ji bo pêşerojê nîqaşên xwe bidomînin.