Di salvegera Komkujî Şengalê de, PKK ê dîsa dijminatiya li dijî Kurdan nîşan da û PDK û Pêşmerge kirin armanc

Di salvegera Komkujî Şengalê de, PKK ê dîsa dijminatiya li dijî Kurdan nîşan da û PDK û Pêşmerge kirin armanc

Kurdan bi êşeke mezin salvegera 11emîn a komkujî Şengalê bi bîr anîn. Di vê salvegerê de, rêxistinên girêdayî PKKeya xwe fesihkirî hewl dan ku di navbera Kurdan de fitne û fesadî çêkin. Dema ku medyaya PKKê nûçeyên derew û nerast li ser Şengalê belav dikir, saziyên wê yên fermî daxuyaniyek din li dijî Herêma Kurdistanê û Pêşmergeyan da.

Daxuyaniya KCK ê: Pêşmergeyên KDP ê Şengal neparast

KCKê, ku baskê siyasî yê PKKêye, duh daxuyaniyek da û şîroveyên xwe yên li ser jenosîda li dijî Kurdên Êzidî li Şengalê parve kir. Di daxuyaniya KCK ê de wiha hat gotin: “Mixabin, Pêşmergeyên PDKê û artêşa Iraqê, ku bi hezaran kes bûn û erkê wan ewlekariya Şengalê bû, Şengal neparastin û gelê Şengalê bi komkujiyê re rû bi rû hiştin.” Bi vê gotinê, wan nîşan da ku ew hîn jî zihniyeta PKk ê ya ku xwe hilweşandî diparêzin.

Di sala 2014an de, dema ku êrîşa DAIŞ ê pêk hatî, Şengal bi fermî herêmek ser bi Iraqê ve bû, û tenê hejmareke hindik ji Pêşmergeyan li herêmê hebûn. Piraniya van Pêşmergeyan girêdayî YNK ê bûn. Artêşa Iraqê Mûsil terikandibû û Şengal hatibû dorpêçkirin. Hêzên Pêşmerge hem ji bo ku xelkê ji Şengal ber bi Çiyayê Şengalê ve bibin û hem jî ji bo ku bi rêya Zumarê korîdorek ber bi Şengalê ve vekin, têkoşînek dijwar dan. Di van pevçûnan de 600 Pêşmerge şehîd bûn. Lêbelê, PKKê ev rastî bervajî kir û ji bo bicihbûna xwe li Şengal li kêleka Îrana Şîe û rejîma Iraqê tevgerîya. Daxuyaniya KCK ê nîşan da ku zihniyeta PKKeya a helweşîyayî û hevkarên wê yên gumanbar berdewam dikin.

Rojnews: Pêşmergeyên YNK ê berxweda

Di salvegera 11 emîn a qirkirina Êzidiyan de, dezgeha medyayê ya PKK a hilweşîya yî, bi zihniyetek kevneşopî, kampanyayek propagandaya reş a salên berê dubare kir û Herêma Kurdistanê ji ber komkujiya Êzidiyan tawanbar kir. Rojnews, dezgeha medyayê ya PKK ê ye, navenda wê li Silêmaniyê ye, weşanên xwe berdewam dike. Bi hin kesên endamên YNK ê re axivî û wan Kesan got “Pêşmergeyên YNK ê li Şengal liberxwe ye” bi vîşêweyî pkk di xwaze tovê neyartî dina partîyên Kurdan da biçîne. Rojnews, ku bi Helo Penciwênî, fermandarê berê yê YNK ê li Şengalê, re hevpeyvînek çêkir, nûçeyên ku bi tevahî ji rastiyê dûr bi îdaya d ku Pêşmergeyên YNK ê li berxwe daye, weşand.

Nirxandinek li ser dezgehên medyayê û daxuyaniyên PKK ya hilweşîyayî, eşkere dike ku PKK ê tenê gotin û kiryarên xwe yên li dijî dewleta Tirk guhertiye lê hîn jî li dijî Kurdan agirbest îlan nekiriye.