Karasû ji dema karê komîsyona parlementoyê nerazî ye û dibêje Armancên wê ne diyar in

Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mistefa Karasû, derbarê “Komîsyona Aştiyê” ya ku nû li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin de daxuyanî da û ragihand, her çend avakirina komîsyoneke wiha di bingeh de gaveke girîng be jî, armancên wê bi temamî ne zelal in û dema karê wê pir kêm e.
Mistefa Karasû got: “Pêwîst e pirsa Kurd bi rêya demokratîkbûnê li parlamentoyê bê çareserkirin. Avakirina komîsyonê di nava parlamentoyê de tiştekî girîng e; lê ya ji wê girîngtir ew e ku dê ev komîsyon çawa kar bike û armancên wê çi bin?”
Karasû da zanîn, diviyabû komîsyon bi yasayekê bihata avakirin da ku armancên wê zelaltir û eşkeretir bûna, û pirsî: “Gelo komîsyon dê çawa ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareserkirina pirsa Kurd kar bike?”
Derbarê dema karê komîsyonê de, endamê Konseya Rêveber a KCKê destnîşan kir: “Demeke du-sê mehan ji bo karê komîsyonê hatiye diyarkirin; ev dem gelekî kêm e û wisa dixuye ku tenê ji bo çarenûsa danîna çekan kar dike, ku ev bi tenê ne bes e. Divê komîsyon li ser çavkaniya wan sedeman kar bike ku bûne egera avabûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), ku ew jî doz û pirsa Kurd e.”
Civîna yekem a komîsyonê hat lidarxistin
Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku duh 5ê Tebaxa 2025an, Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş civîna xwe ya yekem li dar xist û navê komîsyonê weke “Komîsyona Demokrasî, Biratî û Yekrêziya Niştimanî” destnîşan kir.
Komîsyon ji 48 endaman pêk tê, ku tê de 21 endam ji AK Partiyê, 10 ji CHPê, û 4 endam ji her yek ji DEM Partî û MHPê ne.