Serpêhatîya Pêşmergeyên ku Gerîla ji mirinê rizgarkirîn û bi destên PKKê bi xwe hatine şehîd kirin

Peshmarga-PKK-Hefteinin-Xiyanet-Net

“Sal 2000ê ye, li devera Heftenînê ji bîrhatinên Gerîlayekî wê demêî”

Hêjan salek li ser paşvekişîna Gerîlayan ji Bakur ber bi kampên Başûrê Kurdistanê ve derbas nebûbû, dewleta Tirk operasyoneke berferh li dijî Gêrîlayên PKKê li dola Pisaxa û çiyayê Xantûrê encam da.

Berî ku em behsa operasyonê bikin û wê alîkarîya ku Pêşmergehan pêşkêşî Gerîlayan kirî, dê behsa kampên li Başûr bikin yên ku Gerîla lê bicih bûn. Ev kamp di nav wan gundan de bûn yên ku di dema şerê Seddam da hatbûn vala kirin, PKKe li wan gundan man .

Di sala 1983ê de û li gorî rêkkeftineka di navbera PDKê û PKKê de, PKKe li wan deveran bi cih bûn û hêdî PKKê ew dever yên ku bi destûra PDKê ketiye têda nehişt ne Pêşmerge û nejî xelkê wan gundan biçin ser erd û zevî û xaniyên xwe, PKKê xelk digirtin, ciza dikirin, ne dihiştin xelkê feqîrê xwedanên van gundan bo xwe kar û xebatekê bikin.

Operasyona Tirkan li geliyê Pisaxa

Bihara sala 2000ê bû, Tirkan operasyonek li ser devera Heftenînê û bi taybetî li geliyê Pisaxa û çiyayê Xantûrê encam da, sinorê di navbera leşkerê Tirkan û Pêşmergey da rûbarê geliyê Pisaxa bû, Pêşmerge li wêrê bicih bû daku leşkerê Tirk pêşve nehêt, Tirkan pilan kirbû leşkerê wan û caş ji ava geliyê Pisaxa derbazî aliyê çiyayê Xantûrî nebe, 2 rojan operasyon bi hemahengiya balafirên Kobra dest pê kir.

Di roja dûyemin da operasyon giran bû û Gerîla ji aliyê girên “Sîser, Elanş, Partîzan” paşvekişyan bo aliyê Xantûrî kirin, leşker û caş heta rûbarî li pey Gerîlayan hatin, lê derbas nebûn, Gerîla ji dolên “Marss Şeşdar” ber bi Xantûrî ku seranserî Xantûrî Pêşmergehan girt bû û rênedan ku leşkerê Tirk derbaz aliyê wan bibe, Gerîlayan xwe gehandine nêzîkî Pêşmergey, demê Pêşmergey dît ku Gerîla di tengasiyê da ne û helîkopterên cengî jî derfeta şerkirinê ji wan standiye, bi cîhazê li gel fermandarên xwe axiftin û gotinê: “Gerîlayên PKKê nêzî me ne em çi bikin”?.

Berpirsyarê Pêşmergey ferman da û got: “Heke ew şerê we nekin û teqê li we nekin, wate ew di tangasiyê dane, nabe bi destê me werin kuştin”.

Li wê demê “Adlê Bilkî” bi cîhazê li gel fermandarê Pêşmergey axivî û gotê: “Em birane, nabe hûn me bêxin tengasiyê da”.

Ew bû, yek Pêşmerge jî teqe nekir, eger wan viyaba kuştinê bikin, Gerîla ketbûne dibin kontirola wan da û di karîn bi dehan Gerîlayan şehîd bikin, lê Pêşmergey harîkarîya me kirin û şer nekirin.

Leşkerê Tirk bi vê yekê zanîn, lewma bi cîhazî li gel fermandê xwe axiftin û gotinê ku Pêşmergey harîkarîya Gerîlayan kirî ye, fermandê Tirk bi cîhazî gote leşkerê xwe: “Seyê reş û sipî her seye û ew hevdû na kujin”.

Wê rojê endamên PKKê “Yekbûn Goyî, Rêzan Kurtalan, Rênas Amed, Lorî Beşêrî, Hogir Kotol” û 4 Gerîlayên din ku navên wan nel bîre 9 şehîd û 18 birîndar hebûn, wextê şev bi serde hatî, Pêşmerge zivirî lê operasyona leşkerê Tirk heta roja sêyemîn jî berdewam bû.

Kadroykî PDKê, fermandarekê PKKê li mala xwe derman kir

Qumtanê PKKê yê bi navê “Ç.H” bi birîndarî xwe gehande gundên Banîkê û Pîrbila û li mala Kadroykî PDKê ma, wî Kadroyê PDKê qumtanê PKKê li mala xwe veşart û parast, ew maleka bi urf û adetên kurdewarî bû, li mala xwe êmin kir û birîna wî derman kirin û piştî operasyon xilas bûy, ew li hespekê suwar kirin û teslîmî hevalên wî yên PKKeyî kirin.

Piştî ku operasyon xilas bûy, Gerîlayan şehîd û birîndarên xwe kom kirin û li dola Marss veşartin. Piştî demekê û li gel bi dumahî hatina temam ya operasyonê, endamên PKKê di bin fermandarîya Adilê Bilkî da kombûna xwe encam dan û telîmat ji PKKê bo hatin ku tol were vekirin.

4-5 Roj derbas bûn, Gerîla çaverêbûn ka dê tol ji kîjan hêzê yan kîjan qerqola Tirkan hête standin.

Lê çend rojan piştî hîngê bersiv ji partiyê ango PKKê hat û gotine me ku wan tol vekir.

Ew bû girûpa geliyê Heftenînê, çûbûne ser girekî Pêşmergeyan li navbera Batîfa û Derkarê û li wir çendîn Pêşmerge şehîd kirin.

 Evî dengubasî di nav Gerîlayan jî da bû egerê nerhetiyê, ji ber ku wan dizanî Pêşmergey çiqas harîkarîya wan kirbû û ew ji mirina muhetem û leşkerê Tirk rizgar kirbûn, Gerîla bi xwe jî şahidê vê çendê bûn, ev jî xiyanet bû, birakujî bû PKKê kirî.

Li şûna PKKe fermanê bide û biçe tolê ji l leşkerê Tirkan veke ku 9 Gerîla di operasyona geliyê Pisaxa de şehîd kirbûn û 18 jî birîndar kirbûn, çûn xiyanet kirin û Pêşmergeyên ku Gerîla parastî şehîd kirin.

Tiştê herî dil bi êş ew bû, endamê PKKê “C.H” ewê ku bi birîndarî li mala kadroyekî PDKê hatiye parastin û derman kirin, bû fermandarê wî girûpa Gerîlayan ji bo lêdana Pêşmergey, wî li devera Heftenînê û çiyayê Şikêre û heta ava xabûr li pey Pêşmergey di geriya û kemîn bo wan danan.

PKKê ji bilî şehîd kirina Pêşmergey her di wê demê da, pilan hebûn teqînan li Zaxo encam bide, ji bo vê jî 2 Gerîla bi navên Rojhat û Sîpan bi telîmatên “Adil Bilkî” hatine amadekirin ku yek ji wan xelkê Geverê bû û yê dî jî xelkê Amedê bû herdu jî bisporên bombesazkirinê bûn.

Ew herdu Gerîla li gel kesekî ku ehlê deverê bû û rêberiya wan kir ji bo ku biçin li Zaxo teqîneka mezin çêbikin, lê Pêşmergey û hêzên emnî zû pê hesiyan û ew ji derveyî bajêr bê bandor kirin, heger ew gehiştban hedefa xwe ew da teqandineka pir mezin û bi xwînawî di nav bajarê Zaxo da encam bidin.

 

Kurdo Bakûrî

Pustên heman beş