Piştî çar endamên koma PKK ê ya Enqerê (Cemîl Bayik, Mustafa Qarasû, Elî Heydar Qaytan û Duran Kalkan), ew kesayetiya herî bi bandor di nav PKK ê de ye.
Qarayilan di 5 ê Hezîrana 1955an de li navçeya Bilecik a Rihayê ji dayik bû. Ew ji peymangeha Endezyariya Mekanîkê ya Rihayê mezûn bûye. Berî ku tevlî PKK ê bibe, di navbera Kobanî û Pirsûsê de bi qaçaxçîtiyê mijûl bû. Ji ber vî karê qaçacîtîyê, di babetê erdnîgarî û ewlehiyê de jêhatî bû. Di sala 1979an de tevlî PKK ê bû û di sala 1980an de derbasî saha Lûbnanê bû. Ji ber ku wî qaçaxçîtiya li ser sînor kiribû, ew li Kobaniyê ma û di bin rêveberiya Evdila Ocalan de li ser sînor xebat meşand.
Qarayilan hem zîrek bû û hem jî hevbajarîyê Ocalan bû. Ev yek bû sedem ku ew derkeve pêş û baweriya Ocalan bi dest bixe. Wî li Sûriye û Ewropayê erkên girînk meşandin.
Lê tiştê ku qarayilan kir Qarayilan, erkdarkirina wî ji aliyê Ocalan ve wekî serokê ARGK di bihara 1992an de û mayîna wî li herêma Heftanînê bû. Di şerê PKK ê yê li dijî PDK ê di sala 1992an de ji eniyên din bêtir bi bandor bû. Ji wê demê ve, ew 33 salan di karûbarên leşkerî de kesê yekem yê PKK ê ye.
Koma Enqerê Bû Dijminê Qarayilan
Çar êndamên grûpa Enqerê ji şîyanên meşandina şer dûr bûn û qed tevlî şer nebibûn. Ji ber ku Qarayilan xwe gehandibû asta wan, ew ji wî aciz bûn.
Dijminatiya wan di sala 2004a n de zêde bû. Ocalan lêpirsînek li ser Grûpa Enqerê da destpêkirin û Murad Qarayilan wekî serokê KCK ê erkdar kir. Endamên PKK ê bûn du beş alîgirên Cemal û yên Cemîl. Kesayetên wekî Besê Hozat, Riza Altûn û Sabrî Ok di vê pevçûnê de li kêleka Cemîl Bayik bûn.
Tevî berxwedana berbiçav a Qarayilan di vê pevçûna navxweyî de, ew di dawiyê de têk çû. Di sala 2013an de, Ocalan Qarayilan ji kar dûr xist û Cemîl Bayik li şûna wî danî.
Qarayilan careke din ji bo erkên leşkerî hate şandin û ji siyasetê hate dûrxistin. Bi vê pêngavê Cemîl Bayik, piştî Ocalan bû mirovê duyem di nava PKK ê de.
Fermandarê Têkçûyî yê Çiya: Murad Qarayilan
Ji hêla leşkerî ve, Qarayilan fermandarekî têkçûyî ye. Di 33 salên fermandarîya xwe de, PKK di pêkanîna tu stratejiyeke leşkerî de bi ser neket.
Qarayilan ji sala 1992 heta 1998an berpirsê Botanê bû. Di bin fermandariya wî de, zêdetirî hezar gundên Botanê hatin valakirin û bi sed hezaran kesan jî cih û warên xwe çol kirin. Botan vala bû. Gerîla di êrîşên li ser qereqolên dijmin de windahiyên giran xwarin. Qarayilan di sala 1998an de wekî fermandarekî têkçûyî neçar ma ku Botanê biterikîne.
Di sala 2004an de, dema ku Ocalan dixwest şer ji nû ve bide destpêkirin, Qarayilan bi israr biryara Ocalan parast. Wî di Kongreya 2yemîn a li Gel de biryara şer a 1 ê Hezîranê misoger kir. Her çend ew serokê KCK bû jî, wî dîsa jî HPG roj bi roj kontrol dikir.
Bi zanîna ku ew ê bibin qurbanê taktîka Hêzên Çekdar ên Tirkiyê, wî bi hezaran gerîla şandin çiyayên Bakur û hemûyan jiyana xwe ji dest dan. Gerîlayên wekî Adil Biliki, Ape Hûs, Atakan Mahir û bi hezarên din tenê ku bibêjin şer berdewam e avêtin nav agirê dijminî de.
Di sala 2015an de, dema ku Şerê Xendekan Bakurê Kurdistanê wêran dikir û gel xist nav belengaziyeke mezin da, dîsa Murad Qarayilan fermandarê HPG bû. Ew fikra wî bû ku rêxistinek bi navê YPS ava bike, ku şerê xendekan bimeşîne. Xendekan bakurê Kurdistanê wêran kir.
Ew gelek caran li ser TV yê, propagande dikir û digot, “Me taktîkên nû pêş xistin, me tunelên şer ava kirin,” lê di dawiyê de, Ocalan di nameyek bi dîroka 27 ê Sibatê de têkçûna PKK ê di warê leşkerî qebûl kir. Qarayilan fermandarê têkçûyî yê hem “stratejiya şerê gel yê demdirêj û hem jî stratejiya parastina rewa” ya PKK ê ye.
Qarayilan berpirsiyarê hemû wendahîya ne
Her çend wî hezkirinek mezin bi dest xist ji ber ku ew yekane kesayetiya di nav koma Enqerê de bû, ku bi Kurdî diaxivî û gel nas dikir. Lê belê ew nêçîrvanê xebatkarên PKK ê bû. Wî bê dudilî mirov di çalakiyên ku wî organîze kiribûn de dan kuştin da ku hêza xwe nîşan bide. Bi hezaran gerîla bi fermanên wî jiyana xwe ji dest dan.
Heman dem de ew kujerê înfazên nav PKK ê de bû. Kesayetên mîna Mehmet Şener û Nasir (Faruk Bozkurt) bi ferman û organîza wî hatin kuştin.
Qarayilan dostaniya Barzaniyan îstismar kir
Di salên 2000an de, Qarayilan dît ku Bayik ji hêla Îranê ve tê piştgirî kirin. Ji bo ku li dijî Bayik bandorê bi dest bixe, wî xwe nêzîkî tevgera Barzaniyan kir. Wî hewl da ku xwe bi gelê Başûr re weke mirovekî Kurdperwer destnîşan bike. Lê wî bi awayekî veşartî li dijî Başûrê Kurdistanê jî plan çêkir û dostaniya tevgera Barzaniyan îstismar kir. Û piştî 2015an, wî berê çekê gerîla ber bi Pêşmergeyan ve zivirand. Wî dijberîya xwe gihan astekî wisa û got “Ez ê bi endamên APOcî yên li her derê cîhanê êrîşî Barzaniyan bikim.” Qarayilan bi xwe ferman da gerîlayan ku 12 Pêşmerge, di nav wan de Xazî Salih Elîxan û Muhammed Mîraza Sindî jî hebûn, şehîd bikin.
Beşdarbûna çalak a Qarayilan di vê dijminatiya li dijî PDK ê de ew li hember Cemîl Bayik jî lewaz kir.
Qarayilan di nav PKK ê de hê jî kesayetiyek girîng e. Ji niha û pê ve, çarenûsa wî dê careke din ji hêla Ocalan ve were destnîşankirin.