Gerîlayekê birîndar canê xwe ji dest da

PKK-HPG-Gerila-Turkey-1-Net

Nasnameya Gerîlayekî din yê PKKê aşkere bû kû 10 rojan berê canê xwe ji dest da, piştî ku di êrîşeke Tirkiyê de bi giranî birîndar ketî.

Rêxistina PKKê îro roja sêşemî 19 Tebaxa 2025ê ragihand Gerîlayê wan yê bi navê Karahan Şukru ku ji bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê ye û di sala 2019an de bi êrîşeke artêşa Tirkiyê bi giranî birîndar bûbû, roja 10 Tebaxa 2025ê canê xwe ji dest da.

Destnîşan kir, Karahan li Rojava Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

PKKê di pesnê wî de gotiye: Ew milîtanê fedayî yê Apoyî bû!.

Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de hatine kuştin û mirina wan veşartî maye.