Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” keçeke 14 salî ji taxa Şêx Meqsûd revand

Çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ku rasterast fermana ji PKK’ê werdigirin, li ser revandina zarokan li Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola HSD’ê de berdewam in û herî dawî keçeke 14 salî ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê, bi merema çekdarkirina wê di nava refên rêxistinê de revand û ber bi yek ji kampên çekdarkirina zarokan ve bir.
Çavkaniyên herêmî eşkere kirin, rêxistina çeteyan “Ciwanên Şoreşger” keça 14 salî ya bi navê “Nucan Ehmed Xelîl” di 16ê Tebaxa 2025an de, ji taxa Şêx Meqsûd a ser bi bajarê Helebê ve revandiye û ber ber bi yek ji kampên perwerdehiya leşkerî yên taybet bi zarokanve ku girêdayî vê rêxistinê bi xwe ne ve, biriye.
Li gor agahiyan, Nucan ji gundê Kurzila yê devera Şêrawa ya ser bi gundewarê Efrînê ve ye.
Ciwanên Şoreşger rêxistineke ciwanan ya girêdayî PKKê ye, bi telîmatên rasterast yên Cemîl Bayîk tev digere û karê wê çekdarkirina zarokane ji boy PKKê û baskên wê yên li Rojava Kurdistanê.