Di Paşxaneya şerê malbata Talabanîyan de çi heye ?

Di 21-22 ê Tebaxê de, li Silêmaniyê şerê navxweyî yê herî xwînrij yê dîroka siyasî ya YNK ê qewimî. Piştî pevçûnê çar saetan di navbera pismaman de, Lahur Şêx Cengî û birayên wî Polat û Aso şêx Cengî hatin desteserkirin. Li gorî hin agahîyan Polat şêx Cengî ji qirikê birîndar bûye û di nexweşxaneyekê de di rewşeke xerab de ye. Li derbarê çarenûsa birayên şêx Cengî de ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn û wan bi malbat an parêzerên xwe re têkilî nedane.
Li gorî daxuyaniyên fermî, di pevçûnan de bi tevahî pênc kes hatine kuştin, ji wan 3 endamên hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê û 2 endamên hêzên Lahur Şêx Cengî ne. Çavkaniyên nefermî destnîşan dikin ku 7 endamên hêzên ser bi Lahûr Cengî ve hatine kuştin.
Navenda pevçûnan Otêla Lalezar a Lahûr şêx Cengî bû. Di pevçûnan de çekên giran hatin bikar anîn û otêl ji aliyê tank û çekên zirîpuş ve hate qesivkirin. Heta gotin ku êrîşeke bi droneyan li ser mala Bafil Talabanî hatiye kirin. Lêbelê, çavkaniyên herêmî îdîa dikin ku êrîşên bi dronan ji hêla Bafil Talabanî bi xwe ve hatîye kirin da ku êrîşa xwe ya bi tankan û topa li ser Lahûr şêx Cengî rewa bike.
Paşxaneya bûyerên pir aloz e. Ji ber vê yekê, ev rewş ji bo YNK ê xalek werçerxî ya dîrokê ye û rewşek xeternak li ser Herêma Kurdistanê de di de çêkirin.
Dîroka hevpeymanî û dijminatiyên di navbera Lahûr Cengî Talabanî û Bafil Talabanî de…
Dîroka nakokiyên di navbera pismamên Talabanî de pir dirêj e. Ji ber ku her du kurên Celal Talabanî, Qubat û Bafel, ji siyasetê dûr in û bi gelemperî li derveyî Kurdistanê dijîn, loma jî biraziyê wî, Lahûr Cengî, di nav YNK ê de, nemaze di hêzên dijî-terorê de, pir bi bandor bû.
Lêbelê, şêwazê bûyeran bi nexweşketina Mam Celal Talabanî di sala 2012 an de guherî. YNk ê aloziyek mezin jiyan kir û di hilbijartinên Herêma Kurdistanê de di rêza sêyemîn de derket. Li Silêmaniyê li hemberî tevgera Goran serokatiya xwe winda kir. YNK, ku hêdî hêdî desthilatdariya xwe winda dikir, ji bo parastina sîstema ku ava kiribû, rêveberiyeke hevbeş ava kir ku ji kesayetên bi bandor ên wekî Mela Bextîyar, Kosret Resûl, Lahur şêx Cengî û Şahnaz Îbrahîm pêk dihat. Îranê bi xwe serkêşîya pêşîgirtina li hilweşîna YNK ê kir . Kurên Celal Talabanî, Qubat û Bafel, êdî di qada siyasî de bêtir derketin pêş.
Bi êrîşên DAIŞ ê û bi mijarên leşkerî re di sala 2014 an de, Lahûr şêx Cengî bêtir derket pêş. Di sala 2017 an de, Lahûr Cengî û Bafel Talabanî Kerkûk radestî Heşdî Şebî û Pasdarên Şoreşa Îranê kirin. Wan bi Îranê re hevkariyeke stratejîk îmzekir. Û heman dem xwe wekî hêzek ku dikare PDK ê asteng bike, pêşkêşî hêzên dewletên Rojavayî yên ku li dijî Referandûma Serxwebûna Kurd bûn, kirin. Di encamê de, YNK ê ji aloziya ku piştî Celal Talabanî rûdayî, derbaskiri bû.
Pevçûnên di navbera Malbata Talabanî û Malbata Îbrahîm Ehmed de…
Lê piştî ku xeterî derbas bû, dem dema parvekirina desthilatdarîyê bû. Û esil qiyamet li ser şerê desthilatê despêkir. Kesên mîna Şehnaz Îbrahîm, keça Îbrahîm Ehmed, îdia kirin ku ew xwediyên YNK ê ne û ji bo jinavbirina malbata Talabanî kurê wî Bafil Talabanî amade kirin.
Di Kongreya YNK ê ya 19 ê Sibata 2020 an de, Bafil Talabanî û Lahur ŞÊx Cengî wekî hevserok hatin hilbijartin.
Di Tîrmeha 2021 an de, YNK dîsa rastî babelîskekê hat. Hat îddakirin ku Kesayetiyên serkirde ên YNK ê, Hêro Îbrahîm, Mele Baxtîyar û Kosret Resûl, hatine jehrîkirin. Bi vê îdayê Lahur Cengî hate sûcdarkirin.
Ev bûyer wekî pevçûna 8 ê Tîrmehê di dîroka YNK ê de hate tomarkirin.
Piştî vê bûyerê, aloziya di nav YNK ê de qed bidawî nehatin. Bafil Talabanî pêngavên aborî, siyasî û terorî da destpêkirin da ku hêza Lahûr şêx Cengî, di nava YNK ê de bi taybetî di nav hêzên dijî terorê de, qels bike. Bi vê meremê dest bi kuştinên navxweyî kir. Kesayetên sereke yên nêzîkî Lahûr Cengî; Niyaz Dergeleyî, Hawkar Caf, Akam Omer û Murad Kanîkurde, hatin kuştin. Mal û milkên wan hatin desteserkirin.
Piştî wê demê, Bafil Talabanî, Wehap Helepceyî kir berpirsê dijî-Terorê û wan bi hevre YNK bi şîwazekî mafyawarî birêvebir.
Amadekariyên Bafil Talabanî ji bo hilbijartinên Iraqê û lîsteya wî ya tasfîyekirin e…
Bi taybetî piştî 2012 an, YNK xwe wekî dijî-PDK bi cih kir, û dergehekî rantê ji xwe re vekir. Ji aliyê hemû hêzên dijminê PDK ê ve hate piştgirîkirin. Îran, Heşdî Şebî, hin hêzên Rojavayî û PKK di bi vê peymanê ve tevgerîyan.
Di hilbijartinên parlementoya Herêma Kurdistanê de ku di 20 ê Cotmeha 2024 an de werin lidarxistin de Bafil Talabanî serkeftinekî mezin hêvî dikir. Wî xwe bi têkbirina PDK ê ve erkdarkiri bû. mîkrofon dişikandin, gef û bêrêzî li serkirdeyên PDK ê dikir. Tevî vê yekê jî, wî nekarî serkeftinê bi dest bixe.
Niha, hilbijartinên parlementoya Iraqê dê di 11 ê Mijdarê de werin kirin. Vê carê, Bafil Talabanî bi hêzên Şîe re hevalbendî kiriye da ku PDK ê lewaz bike. Ji bo vê armancê, ew di xwaze hemî hêzên ku ji box we xeternak di bîne ji hole rake bi taybetî yên Silêmanî yê. Serokê Tevgera Nifşê Nû Şaswar Ebdulwehîd di 12 ê Tebaxê de hate girtin.
Serokê Hevpeymaniya Neteweyî Aram Qadir di 10 ê Tîrmehê de hate girtin. Sedema girtina wî hîn nehatiye eşkerekirin û ew hîn jî ne derxistîne pêşberî dadawerî. Hevpeymaniya Neteweyî partiyek e ku ji hêla Berhem Salih ve hatiye damezrandin.
Wisa tê pêşbînî kirin ku Bafel Talabanî dê berî hilbijartinên Iraqê li Silêmaniyê opozîsyonê hemî yê ramalîtin.
Lêbelê, ev tenê bi van kesan ve sînordar nabe. Li pişt perdê jî tê gotin ku kesayetên mîna Mele Baxtîyar û Berhem Salih jî dê hêdî hêdî ji Silêmaniyê werin derxistin û milkên wan werin desteserkirin. Ango, operasyona Bafil hîn neqediyaye. Silêmanî dê bibe cihekî ku her roj tê de girtin, kuştinên gumanbar û r»dana alozîyan.
Bafel Talabanî niha ji berê xeternaktir e
Operasyona Bafel Talabanî ya li dijî malbata Şêx Cengî ne tenê pevçûnek navxweyî ye; di heman demê de lingekî wê yê herêmî jî heye.
Nêzîkî 11 meh li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê ve diçe, lê hêjî hikûmetek nehatiye avakirin. Her çend sedema vê yekê pir caran bi nakokiyên di navbera YNk û PDK ê de tê vegotin jî, lê rastî bi tevahî ne wiha ye. Bafel Talabanî bi zanebûn hewlên avakirina hikûmetê li gorî daxwaza wan hêzên ku dixwazin Herêma Kurdistanê bêîstîqrar bikin û hikûmeta Hewlêrê bêbandor bikin, tevdigere. yanî, li gel nedna muçeyê 8 mehan, bombebarankirina bîrên petrolê û rawestandina hinardekirina petrolê, YNK bi zanebûn di xwaze Kurdistan bê hikumet bimîne.
Em dikarin pêşbînî bikin ku Bafil Talabanî yê bi tank û topan êrîşî Silêmaniyê kirî, dê ji niha û pê ve hîn xeternaktir tevbigere. Her wiha em dikarin bi bêjin ku Bafil Talabanî wê berê lûlîyan bizivirîne ser Hewlêra paytext.
Kê glopa kesk da ji bo tasfiyekirina Lahûr Cengî pêxist?
Niha mijara herî nakok ew e ku kîjanhêza operasyonek wisa ji bo Bafel Talabanî pesend kiriye. Bi taybetî hin derdor dixwazin navê PDK ê di vê mijarê de were gotin. Lêbelê, gava mirov ji nêz ve lêdinêre bi zelalî dibîne ku PDK piştgirî ne daye vê operasyonê.
Ji ber ku ne tasfiyekirina malbata şêx Cengî û ne jî takehêzkirina desthiladarîya Bafil Talabanî ne di berjewendiyên PDK ê de ye.
Îdiaya ku ew dixwazin beramber Ethem Barzanî, Lahûr şêx Cengî were tasfiyekirin ev ne rast e. ji ber kû Ethem Barzanî li Kurdistanê kesayetiyek siyasî nîne. û tenê şexsek e ku ji hêla ragihandina PKK û YNK ve tê biriqandin. Bafil bi tasfîyekirina dijberên xwe armanç dike ku li dijî PDK ê hêza xwe xurt bike.
glopa kesk ji bo girtina Lahûr Cengî ji eniya Şîe, ku şerekî veşartî li dijî Herêma Kurdistanê dimeşîne ve hatîye pêkirin. Eniya Şîe ji bo ku di hilbijartinên parlemanî de encamek çêtir ji bo YNK ê misoger bike, glopa kesk bo Bafil pêxist. Agahîyên ku Lahûr Cengî “di kuştina Qasim Silêmanî de bandorek erênî hebûye” enîya Şîa nigeran dike.
Kesên sereke yên ku ronahîya kesk bo operasyona paqijkirina malbata Şêx Cengî talabanî pêxistî, Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd û jina wî Şehnaz Îbrahîm bûn. Ebdulletîf Reşîd tevî ku Serokkomar e û xelkê Silêmaniyê ye, di derbarê bûyerê de daxuyaniyek jî nedaye. Jina wî Şehnaz Îbrahîm Ehmed, hêza herî kûrutarî di paqijkirina malbata Cengî de beşdar e. Bafil Talabanî li ber destê Şehnaz Îbrahîm û Ebdullatîf Reşîd mezin bûye. Bafil weke zarokê wan hatîye mezin kirin û wî zarokê xwe dihesibînin. Şehnaz Îbrahîm weke ruhê veşartî yê Bafil Talabanî ye.