Pêngava 31 ê Tebaxê ya Hewlerê: Îro salvegera 29 emîn a parastina Hewlerê li dijî dagirkeriya Îranê, cehş û mafyayan ne

Îro 29emîn salvegera berxwedana Hewlerê li dijî plana hevbeş a Îranê ya bi pêşengiya YNK ê ya ji bo dagirkirina Hewlerê ye.
Operasyona Hewlerê ya 31 ê Tebaxê, ku di dîrokê de her cend hatibe manîpulekirin jî lê di rastîyê de rê li ber statuya Herêma Kurdistanê ya îro û bilindbûna Hewlerê bo navendeke sereke li Rojhilata Navîn vekir. Ji ber ku pêngava Hewlerê hem planên Îranê û hem jî hêza navxweyî ya cehş û mafya ji holê rakir.
Girîngî û rola pêngava Hewlerê di dîroka nêzîk a Kurdistanê de di bandora wê ya li ser neteweya Kurd de hîn bêtir eşkere dibe, nemaze dema ku rewşa siyasî ya heyî ya li Silêmaniyê tê berçav girtin. Pevçûna di navbera Talabanîyên pismam de li Otêla Lalezar li Silêmaniyê di 21-22 ê Tebaxê de, û şerê navxweyî yê mîna mafyayê di navbera pismaman de di deh salên borî de, û kişandina silêmanî bon ava vê tarîtîyê de, vê xalê bêtir zelal dike. Pêngava 31 kî tebaxê ne hişt Hewler jî mîna Silêmanîyê bibe navendeke mafyaya sîyasî.
Êrîşên rejîma Iraqê li ser Kurdistanê li ser paralela 36 an hatin astengkirin. Piştî şer Xizanî pir zêde bû, û mirovên koçber vegeriyan malên xwe, lê ji nû ve jîyan bi zextî dihat afirandin. Li her bajarî, gel di nav xirbeyên rejîma Sedam de tekoşîna damezradina jîyanekî azad dikir.
Hewler bi zehmetiyên herî mezin re rû bi rû ma. Talan, dizî, mafya, revandin û gendelî li Hewlerê pir belav bû. Ew gihîşt wê astê ku mirovan parçeyên otomobîlên xwe ji bo nehên dizîn jêdikirin û dibirin malên xwe. Wêneyên otomobîlek li ser banî di arşîvên wê demê de têne dîtin. Berpirsiyarê sereke yê vê tarîtiya ku Hewler hebû YNK bû, ji ber ku hemî saziyên ewlehiyê di bin kontrola YNK ê de bûn.
YNK ne tenê aramiya Hewlerê têk da, lê di heman demê de ji bo dagirkirina Hewlerê ji hêla Îranê ve komployek xayînane jî amade kir. YNK ê biryar da ku operasyonek hevbeş bide destpêkirin da ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji holê rake û di heman demê de rê bide hêzên Îranî ku bikevin Hewlerê. Leşkerê Îranî, çilên Pêşmergeyên YNK ê li xwe kiribûn, yekîneyên çekêgiran ji Silêmaniyê ber bi Koyê ve dest bi hereketê kiribû.
Yanî, YNK û Îran dê mil bi mile hev operasyonek dijî-kurd dabû destpêkirin.
Niha, hin derdor (bi taybetî medyaya PKK ê, ku bi taybetî di weşanên bi zimanê Tirkî de) vê rastîyê vedişêrin û îdia dikin ku PDK bi Sedam re ketine Hewlerê. Ew dixwazin raya giştî bi vê derewê bidin bawerkirin. Lêbelê, PDK ê bi tektîke şer a bi bandor “deynkirina pênûsek ji dijminekî da ku dijminekî din têk bibe” bi kar aniye. Ev hem gaveke siyasî û hem jî polîtîk bû.
Bi rastî, dema ku em îro li rewşa Silêmanî û YNK ê dinêrin, em dikarin bibînin ku ev kiryar çiqas ji bo Kurd Kurdistanê girîng bû. Bi pêngava 31 ê Tebaxê, Kurdan komployek tarî têk birin.
Û mixabin,Îro jî polîtîkayên mîna wê demê yên YNK ê hene. YNK hîn jî bi Îranê re hevkariyê dike, şirîkê Heşdî Şebî ye, û bajarê ku ew birêve dibin mîna navendeke mafyayê ye, û ew hîn jî dijminatiya xwe li hember Hewlerê dimeşînin. YNK ê di êrîşên mûşekî yên Îranê yên li ser Hewlerê de rolek lîst. YNK ê di nedayîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê de rolek lîst. YNK ê di ketina Heşdî Şebî ya Kerkûk û Şingalê de rolek lîst. YNK di destê Bafil Talabanî de bûye mafyayeke siyasî.
Yanî, YNK di rewşeke xeternak de dimîne. çapemenîya YNK ê, Çapemenîya PKK ê, Erebên Şîa û rejîma Îranê hewl didin ku Bafil Talabanî weke Serok pêşkêşbikin. Vî bereyê dij-Kurd vê dawiyê Bafil wek serokê “Yekîtiya sosyal Demokratên Cîhana Ereb” hilbijart. Hinde qedr û qîmet dayîna Bafil ji ber girînîya pilanên wan yên pêşerojê ne. Bafil wê bibe amûra komployek mîna dagirkirina Hewlerê ya 1996 an. Divê Kurd hişyar bin. Li hemberî vê plana xayînana dive bi ruhê pêngava 31 ê Tebaxê em tevbigerin.