Komek din ya ciwanên Kurdan yên ku PKKê mirina wan ji sala 2020ê veşartî

5-pkk-gerila-kck-hpg-turkey-Net

Nasnameya 5 ciwanên din yên Kurdan aşkere bû ku ji sala 2020ê ve ketine ber êrîşên dewleta Tirk û rêxistina PKKê mirina wan veşartî hiştibû.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja sêşemî 2 Îlona 2025ê, nasnameyên 5 çekdarên xwe yêk jê jin aşkere kirine ku pêşî 5 salan berê wan daye mirinê û heya roja me ya îro mirina wan veşartî hiştibû.

Ev 5 ciwanên Kurdan li mehên Adar, Nisan û Tebaxa 2020ê li deverên Xakurkê û Avaşînê ketine ber êrîşên dewleta Tirk.

Navên wan wisaye:

Azad Farûq ji Geverê.

Emîne Ebdulqadir ji Reqqayê.

Suheyl Ferheng ji Tehranê.

Mihemed Ferhan ji Wanê.

Onder Mihemed ji Wanê.

PKKê di pesnê tevan de gotiye ew milîtanên me yên Apoyî bûn, xwe fedayê Apo kirin!.

PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de dayne kuştin û mirina wan heya roja me ya îro veşartî hiştî, li gorî agahiyên destê me, hêjan bi hezaran ciwan ma ne ku nasnameya wan veşartî maye û PKKê mirina wan îfşa nekirî ye.