Skip to content
Ji xwe Apo gotiye!!!

Bûbê Eser
Piraniya siyasetmedar û welatparêzên Kurd hê jî Evdila nasnekirine û kesên li ortê jî mane, hêvî dikin ku wê rojekê Evdila Kurdistanê azad bike. Lê nayê bîra wan ku wî negotiye ez ê Kurdistanê azad bikim. Tim gotiye ku ez ê Kurdistanê ”xelas” bikim. Azadkirin û xelaskirin du tiştên dijberê hev in. Yanî li gor bikaranîna wan, wateya wan jî tê guherandin.
Lê hezar mixabin roja ku Evdila gotibû “Ez ê Kurdistanê xeles bikim”. Piraniyê fêm nekiribûn ku ew ne azadî ango bi temamî xelaskirina kurdan bû. Heta niha jî piraniya kurdan wê bêjeya wî weke ew ê ji wan re kurdistanê azad bike, fêm kirine. Loma jî mal û milkên xwe, cewher, zêr û pereyên xwe, zarok û ciwanên xwe pêşkêşî PKK kiribûn da ku rojekê bikaribin azadiyê bibînin û li ser erda xwe weke mirovan bijîn.
Lê nayê bîra piraniya kurdan ku piştî wê gotine xwe Evdila dîsa gotibû: “Heta ku Ez û pkk em hebin dê Barzanî (yanî Kurd.BE) nikaribe dewleta kurdî ava bike”. Lê hezar mixabin ku piraniya partî û rêxistinên me ji roja roj ev fêm nekirin, Loma piraniyê xwe li ber Erbanê pkk kildikirin ango govande tunebûna xwe digerandin. Ji ber vê nefêmkirinê piranî wextê xwe bi gotinên pûç û bi nerînên tirsonekî heta roja îro derbas kirin.
Ji ber wê tirsonekiyê, nefêmkirin û bê helwestiya kurdên welatparêz, partî û rêxistinên Kurdistanî, nikarin û naxwazin di bin konekî neteweyî de temsîleke kurdî ava bikin. Heyfe!!! roj bi roj hêjayiyên kurdan li ber çavên me wenda dibin. Kurd û hizra neteweyî dihele. Hê jî partî û rêxistinên ji xwe re dibêjin em Kurdistanî ne, vê rewşê nabînin. Ya rastî dibînin lê weha ji wan re xweştir tê.
Me gelek caran gotiye û dibêjin: Projeya niha ku li gor daxwaza dewletê û li ser destê pkk tê meşandin, ji binî de, ji holê rakirin û tunebûna kurdan e.
Sedema vê jî, şerî çekdarî ya ku ne di berjewendiya kurdan de bû ku zêdeyî çel salan ajot. Bi saya wî şerê pkk li gor berjewendiya dagirkeran, kurd teslîm girt. Zor û tade li wan kir. Çavtirsandî kirin. Orf û adetên kurdan ji nava wan rakir. Zimanê wan ji devê wan derxist û ê tirkan xiste devê Kurdan. Ji ber ku wan zanîbûn heger miletek li ser koka xwe mezin nebe, normên wî yê neteweyî têk here, ew milet, ew xelk jî dibe weke pez. Şîvan jî berê pezê xwe bide ku wê kerî jî li du wî here.
Ji ber ku pez tenha dizane ku dema şivan li bilûrê bixwe ya wê wan bibe ser avê ya jî ser êm ku zêkê xwe dagirin. Niha rewşa bakurê Kurdistanê jî weha bûye. Bi saya wî şerê dûr û dirêj Evdila kirine şivan û ew jî çawa dixwazî berê çivatê dide vir.
Xelkê bedelên mezin dane û bi salan ji xwe re tenha şivanek dîtine ku dema şivan li bilûra xwe bide. Civata ji dengê bilûra wî tu dengên din nebihîstine, berê xwe didin vir. Nikarin bifikirin ku wê ew deng wan bi ku de bibe.
Car carna deng û meqamê wê bilûrê bi wan re hizra neteweyî xurt dike û difikire ku ew meqamê azadî û serxwebûna wî ye, Ji bona milet jî govendekê bigire destê xwe yên paqij dixê nava wan destên bi xwîna wan hatine şuştin. Piştî dest hatin zevt kirin êdî nema dikare destên xwe ji nava yên din derxe û xwe ji govendê dûr bixe.
Ji ber kîjan dest bikeve nava wan destên bi xwîna kurdan hatine şuştinê, êdî zehmete ku xwe jê azad bike.
Partî û rêxistinên Kurdistanî jî ji dûrve li wê govendê temaşe dikirin û dikin. Didîtin û dibînin ku sergovend, govendê şaş digerîne, lê dengê xwe nekiribûn û nakin. Loma jî serkêşê govendê ew bi zanetî wê govendê şaş digerîne ku milet fêrî govenda şaş dikir. Mebesta şaş gerandina govend ew bû ku milet ji hêjayiyên xwe bi dûr bikevin. Îro em vê dijîn.
Di rewşên weha de kes û kesayetî nema dikarin govenda rast û ya milî bi xelkê xwe bide fêm kirinê ku govenda ew digerînin şaş û çewte. Tu nema dikare bi wan bide zanîn ku ev govend ne ya te ye.
Weke em dizanin ku miletek bi orf û adetên xwe heye. Bi reqs û govenda xwe hene, bi ziman û hebûne xwe heye. Lê hezar mixabin îro vana li bakurê Kurdistanê nemane ya jî pir hindik mane.
Çareserî:
Sergovendekî bi hizir, bi bîr û baweriya netewe dagirtî, wêrek, ciwan û xwîn germ ku bikaribe li gor meqamê kurdewarî sergovendê bigerîne, lazim e. Reng û dengê govendê serkêşê wê diyar dike. Ji ber ku îro piraniya sergovenda kurdan li bakur, ne sergovendin. Hinên sergovendî jî dikirin îro kal û pîr bûne. Loma nikarin bibin sergovend. Yên dibin jî govendê têk dibin.
Ji ber vê ye ku xelk, milet piranî ketine rewşa tenê xwe kilkirinê ku di govendekê de cih digirin. Lê ser govend girîng e. Yên govendê xweş û delal digerînin sergovendên zîrek û jêhatîne. Lewra jî divê em ji bona tevgera bakurê Kurdistanê sergovendekî bi rastî bikaribe govenda kurdî li gor reqs û meqamê wê bide lîstin peyde bikin.
Di nava me kurdan de kes û kesayetiyên weha pir in. Lê mixabin em xwedî li wan dernakevin. Bi hêz û qaweta xwe piştgirî nadin ku ew bibe sergovend da ku govendeke rast û li gor adetên kurdan bigerîne…