PKKê 3 fermandarên xwe di dema pêvajoya aştiyê de tasfiye kirine

Rêxistina PKKê îro ragehand ku fermandara PJAKê ya bi kodnavê “Bêrîtan Amed” jiyana xwe ji dest daye, Bêrîtan fermandara sêyemîne ku mirina wê bi awayekî bi goman di vê mehê de tê îfşa kirin.
PJAKê baskê PKKê yê Rojhilatê Kurdistanê, îro roja çarşemî 3 Îlona 2025ê ragehand, fermandara wan ya bi navê “Semra Sînan” û bi navê kod “Bêrîtan Amed” bi sedema nexweşiyê û paş pêvajoyeke dirêj ya tedawîkirinê, jiyana xwe ji dest da.
Destnîşan kir, Bêrîtan Amed li 27 Tebaxa îsal 2025ê koça dawî kirî ye.
Rêxistina PKKê ji 21ê Tebaxê ve mirina du fermandarên xwe yên din jî bi vî rengê mijewî îlan kirine ku her yêk ji “Serhed Varto” û “Bulût Nûrelî” ne.
PKKê li 21 Tebaxê ragehand ku “Serhed Varto” bi nexweşiyê jiyana xwe ji dest da ye, her wiha li 27 Tebaxê jî got: Fermandarê me “Bulût Nûrelî” di qezayekê de miriye.
Ragehandina mirina bi goman ya van kadroyên PKKê hejmareke pirsan li pey xwe dihêle weke ku gelo ev hersê fermandar hatine tasfiye kirin yan bi awayekî din di jiyanê de nemane?