Ocalan Demîrtaş rexne dike û dibêje: şaş bû ku li dijî Erdogan sekinî

Evdilla Ocalan, serokê zindankirî yê PKK’ê, Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê HDP’ê ji ber daxuyaniya wî ya di sala 2015an de ya di nava parlementoya Tirkiyeyê ku tê de gotibû, “Erdogan heya ku nefesa HDP’ê mabe di vî welatî de em te nakin serok, em te nakin serok, em te nakin serok”, rexne kir.
Aytunc Erkin rojnamevan di rojnameya “Sozcû” ya Tirkiyeyê ragihand, Ocalan dema bi şanda Îmraliyê re civiyay, di derbara Demîrtaş de axivîye û gotiye, Demîrtaş şaşitî kiriye ku li dijî Recep Tayyip Erdogan sekiniye û nedibû di sala 2015an de bi wî awa li dijî Erdogan bisekine.
Aytunc Erkin dibêje, Ocalan di 6î Temûzê de, dema bi şanda Îmraliyê re civîyaye, di derbara desteserkirina Demîrtaş de axiviye û gotiye, “mijareke din ji Erdogan re şîrove bikin û bi wî bigihînin, basî wê qonaxa dîrokî jê re bikin, min di razanxaneyên dewletê de xwendiye û heyanî virr anîye, ez dizanim dewlet çawa kurdan nas dike û min ev yek fêm kiriye, em dikarin li dijî Kemalîstan bixebitin, lê awayê rêbertiya min cudaye, dema Demîrtaş ji Erdogan re got, em te nakin serok, ew şaş bû, min weke Ocalan ev pirsgirêk tuneye ku dibe serok yan na, ez bi Erdogan re basî esasê pirsgirêkan dikim û di vê derbarê de pê re dicivim û niha jî hûn bi nûnertiya min pê re dicivin. Civînên min bi Erdogan re ji boy vê yekê nîne ku partiyek rastî şikestinê were û partiyeke din bi ser bikeve, ger ev pêk were divê di çarçoveya hevpeymaniyeke demokratîk de be. Dema ji Erdogan re dibêjî em te nakin serok, ev şaşitîya Demîrtaş û Siri Suraya Onder bû, ne hewcebû li dijî Erdogan bisekinin, ez bawr dikim Demîrtaş şaşitîya xwe fêm kiriye.”
Ocalan, ji şanda Îmraliyê re gotiye, bila hûn bi Ozgûr Ozel, serokê CHP’ê re jî bicivin û silavên min jê re hene û jê re bibêjin komployeke xeternak heye, loma divê hevpeymaniyeke Demokrat pêk were daku ji vê komployê parastî bin.