Hat îdia kirin pêşniyara MHPê bicîh tê û ji Komîsyonê 5 kes dê li gel Ocalan bicivin

Hat îdiakirin ku pêşniyara MHPê ya ku Komîsyon bi Abdullah Ocalan re bicive, bi piştgirîyê hat pêşwazîkirin û pênc endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê, ku ji hêla Serokê Parlamentoya Tirkiyê Numan Kurtulmuş ve hatine destnîşankirin, li Girava Îmraliyê bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re dê bicivin.
Cîgirê Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Feti Yıldız bang li Serokê Parlamentoya Tirkiyê Numan Kurtulmuş kir û got, “Ji bo wergirtina nêrîn û daxuyaniyên damezrînerê rêxistinê Abdullah Ocalan, ku sê an çar endamên ji Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê hilbijêre da û ji bo wê jî bi baldarî li ser dem û rêbazê bifikirin û diyar bikin.’’
Feti Yıldız ê cîgirê serokê MHPê tarîxek destnîşan kir û bang li Numan Kurtulmuş kir û got: Divê Komîsyona Parlamentoyê guhdarî Ocalan jî bike.
Hat ragihandin ku pêşniyara MHPê ya ku “divê komîsyon bi Abdullah Ocalan re bicive” bi piştgirîyê hatiye pêşwazîkirin. Pênc endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê, ku ji hêla Serokê Parlamentoya Tirkiyê Numan Kurtulmuş ve bên destnîşankirin, dê li Girava Îmraliyê bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re bicivin.
Rojnameya Sözcü vê derbarê de dibêje: Piştî banga Cîgirê Serokê MHP, tê gotin ku hewldan dest pê kirine da ku pênc endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê biçin Girava Îmraliyê.
Komîsyona parlementoyê ji 51 parlamenteran pêk tê, ku 22 ji AKP, 11 ji CHP, 5 ji DEM Partiyê, 4 ji MHPê, 3 ji koma Yeniyol û 4 ji partiyên din ên bê kom in. Tê îdiakirin ku “Heyeteke Îmraliyê” ya heta pênc endaman dê ji bo temsîlkirina komîsyonê were avakirin. Di hevdîtina bi Ocalan re dê pêvajoya aştiyê ya nû, pêvajoya bêçekkirinê, hilweşandina PKK û rewşa rêxistinên din ên ku bi navên cuda li herêmê dixebitin (wek SDF/YPG) werin nîqaşkirin.