PKKê ev 6 ciwane li sala 2021ê dane kuştin û mirina wan veşartibû

Nasnameya 6 ciwanên din yên Kurdan aşkere bû ku yêk jê ji Başûrê Kurdistanê ye ku 4 salan berê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û rêxistina PKKê mirina wan veşartî hiştibû.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê ji roja şemîya rabûrî 6î Îlona 2025ê ve, nasnameyên 6 çekdarên xwe 3 jê jin aşkere kirine ku pêşî 4 salan berê wan daye mirinê û heya roja me ya îro mirina wan veşartî hiştibû.
Ev 6 ciwanên Kurdan li mehên Gulan, Xizîran û Tebaxa 2021ê li deverên Xakurkê û Garê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne.
Navên wan wisaye:
Sebirye Sidîq ji Colemêrgê.
Ferhad Umer ji Mêrdînê.
Uzgur Hesen ji Çewlîgê.
Henîfe Emel ji Efrînê.
Weysî Mihemed ji Colemêrgê.
Rêxistina PKKê duh roja yekşemî jî nasnameya çekdareka xwe ya ji Başûrê Kurdistanê bi navê Sena Eywez ku ji Pêncwînê ye aşkere kir ku ew jî li 22 Xizîrana îsal 2025ê jiyana xwe ji dest da ye.
PKKê di pesnê tevan de gotiye ew milîtanên me yên Apoyî bûn, xwe fedayê Apo kirin!.
PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de dayne kuştin û mirina wan heya roja me ya îro veşartî hiştî, li gorî agahiyên destê me, hêjan bi hezaran ciwan ma ne ku nasnameya wan veşartî maye û PKKê mirina wan îfşa nekirî ye.