Li Dêrazorê di navbera HSD û Hêzên Hikûmeta Sûriyê de şer derket

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji aliyê hêzek hikûmeta Sûriyê ve rastî êrîşê hatin û şer dest pê kir.
Îro 14.09.2025ê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de ragehand ku li bajarokê Dirînc a Dêrazorê ji aliyê hêzek hikûmeta Şamê ve rastî êrîşê hatine.
Herwaha hat ragehandin ku hêzên hikûmeta Sûriyê komên ku bi qaçaxçîtiyê derbasî Çemê Firatê dibûn diparastin. Ji ber vê yekê, HSDê tedbîrên pêwîst ji bo bersivdayîna êrîşê girtiye û şer berdewam dike.
HSDê, hikûmeta Sûriyê ji ber êrîşê sûcdar kir û got ku hikûmeta Şamê berpirsiyarê temam ê wê êrîşê ye û çekdarên wan grubeke qaçaxçîtiyê diparastin û di heman demê de herêmê bêîstîqrar dikin.
Hikûmeta Sûriyê hîn daxuyaniyek li ser pevçûnan nedaye.