Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” keçeke 14 salî li Kobanê revand

Çeteyên PKK’ê "Ciwanên Şoreşger" keçeke 14 salî li Kobanê revand

Revandina zarokan li Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola HSD’ê de berdewam dike û herî dawî çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” keçeke temen 14 salî li Kobanê revand.

Çavkaniyên Darka Mazî eşkere kirin, çeteyên PKK’ê yên bi navê “Ciwanên Şoreşger”, di roja 7/8/2025an de li bajarokê Kobanê keçeke biçûk ya bi navê Hêsra Merwan Ehmed Cuma ku jidayikbûya 1/1/201ane revandiye û heyanî niha çarenivîsa wê nediyare.

Çavkaniyên Darka Mazî her weha tekez kirin, ev keç ji şêniyên gundê “Qolimbix” yê ser bi bajarokê Kobanê ye, û navê dayika wê Îlham e.

Tevî ku HSD’ê di Hezîrana 2019an de li gel NY pilanek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekdaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bi dawî nebûye.