Mûsa Enter û Rastiya PKKê

Apê Musa-info

Duh salvegera qetilkirina Enter bû!

Enter nivîskar, hunermend û çalakvanekî Kurd ê pîr ê navdar bû…

Enter

her tim ji PKKê dûr dima…

Enter

ji aliyê fermangeha eyaleta Mêrdînê ya PKKê ve rastî gef, ceza û propagandaya reş hat…

Enter,

ku bi gefên kuştinê yên PKKê re rû bi rû ma, ji gundê xwe reviya Stenbolê û demek dirêj hewl da ku xwe veşêre…

Enter,

piştî demek dirêj, teslîm wergirtin ji aliyê PKKê ve li ser Enter hat sepandin û ew jî neçar ma.

Piştî ku teslîmî PKKê bû, Enter, wekî şagirtekî Ocalan, ji bo dergahê PKKê xebitî û dest maç kir…

Enter, ku ji aliyê PKKê ve hat pesinandin, li Tirkiye û Kurdistanê bû mîtosek!

Mîna hevalên xwe, Enter, ku her tiştê ku ji destê wî dihat ji bo PKKê kiribû, êdî ji bo wan ne zindîbûna wî ne pêwîst bû, û biryara kuştina wî hati bû dayîn !

Enter bi hevkariya PKK-JITEM ê anîne Amedê û ji aliyê kujerên JITEM ê ve hate kuştin (20ê Îlona 1992an).

Her çend kujerê Enter dihat zanîn jî, ew li Şirnexê, ku PKKe li wî bajarî herî xurt bû, dijiya û karê xwe dikir û ji aliyê girseya PKKê ve bi rêzdarî dihat pêşwazîkirin.

Kêmek ma bû ku cînayeta Enter jî biba cînayeta kujer nedîyar, du rojnamevanên ciwan ên wêrek (Ebdurahman Şîmşek û Ferhat Ûnlu) cihê wî hat destnîşan kirin, Ebdulqadir Aygan ew teşhîs kir û îxbarek ji dozgeriyê re hat kirin, ku bû sedema girtina wî.

Kujerê gumanbar ê Enter, Hemit Yildirim (Hamit ji Şirnexê), hate girtin.

Ji ber ku doza Enter bê xwedî ma, gumanbar hate berdan û doz hate betalkirin.

Pirs:

1-  Enter çima/çawa û ji bo çi armancê teslîmî PKKê bû?

2- Kîjan berpirsê PKKê Mûsa Enter ji Stenbolê anî Amedê? (Mehmûd Yildirim “Yeşil” got min ew bi rêya berpirsekî payebilindê PKKê xist xefikê)

3- Ev berpirsê “payebilind” ê PKKê kî bû?

4- Kujerê Enter her tim li Şirnexê dijiya. Çima PKKê ev kujer parast û çavdêrî lê kir?

5- Çima PKK û rêxistinên girêdayî wê ku sûdek baş ji JÎTEM ê di xwarin, ti eleqe an tevlêbûnek li doza Mûsa Enter re nîşan nedan ?

6- Kê piştgirî kir ku tewanbar Cemîl Işık (Hogir), here Elmanya?

7- Kê/Kî çima li Elmanya Hogir (Cemîl Işık) kuşt, û çima ev cînayet heta niha jî veşartî hat hiştin?…

 

Nivîskar: Suleyman Akkoyun