Hevpeymaniya Dewleta Yasa: Em ê rê nedin ku Sûdanî careke din bibe serokwezîrê Iraqê

Pirsgirêk ketiye navbera aliyên Çarçoveya Hemahengiyê û Hevpeymaniya Nûrî Malikî dibêje ku ew ê rê nedin ji bo cara duyem Mihyemed Şiya Sûdanî bibe Serokwezîrê Iraqê.
Berdevkê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Eqîl Fetlawî ragehand, hin endam û namzetên wan tevlî lîsteya Mihemed Şîya Sûdanî bûne û red kir ku bi rêbazên cûda û şiyana dewletê ji bo wê armancê xebat hatiye kirin.
Herwaha diyar kir: “Hevpeymaniya me dê qebûl neke ku Sûdanî dîsa bibe serokwezîr ji ber hejmarek mijran ku ji wan jî Serokwezîr nirx nade mijara hevbeşî û şirîktiyê. Ji ber ew yek gelek giringe ku ev hikûmete dayîkbûyê Çarçoveya Hemahengiyê ye, lê wî ew yek li berçav negirt û gelek têbinî li ser hikûmetê hene. Naha Sûdanî kar li ser wê yekê dike ku welatên herêmî û Ewrupa û bi taybet jî Amerîkayê derbarê xwe de razî bike.’’