Gav bi gav berbi Serxwebûnê ve…

Bûbê Eser
Piştî ku welatê me Kurdistana şêrîn perçekirin û her perçak xistin bin emrê dagir-kerên Tirk, Ereb û Farisan, helbet kurd jî ji bona mafê xwe yên rewa li hember vê dagirkeriyî bê deng neman. Serîhildan û berxwedana kurdan li her çar perçeyên dagirkirî ranewestiya.
Di wan tekoşîn û berxwedanan de afat û tofanên mezin anîn ser kurdan. Welat valakirin, bi hezaran kurd kuştin, bi milyonan kurd ji welatê wan hatin derxistin. Enfal, bombekirinên jahrê li Helebçe û deverên din. Yanî li vê cîhanê ji bona kurdan biqedînin, çi lazim bû dagir-keran li her çar perçên Kurdistanê anîn serê gelê me.
Lê li hember hemî qirkirin, wêranî û koçberiyê kurd û bi taybetî tevgera Barzaniyan ya ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê qet ranewestiya.
Bi tekoşîn û berxwedana zêdeyî sed salan ya Barzaniyan li başûrê Kurdistanê mafê kurdan ê rewa otonomî û dûre Federasyon bidestxistin. Piştî bi destxistina wî mafî, Barzaniyan hêdî hêdî û bi gavên asasî, ji bona Kurdistaneke serbixwe, çi di qada navneteweyî de û çi jî di nava xwede gav û dîplomasiya ji bona Kurdistanek serbixwe kar û xebat hate kirin û hê jî tê kirin.
Di encama van kar û xebatên ji bona Kurdistaneke serbixwe, rêzdar Mesûd Barzanî weke serokê gelê Kurd biryara referandûma ji bona wê da.
Helbet rêzdar Mesûd Barzanî zanîbû ku wê gelek rîskên (xeter) vê biryarê di qada navneteweyî de hebe. Cenabê wî dizanîbû ku dê hemî dagir-kerên dijminê gelê kurd dê li hember biryareke weha bê deng nemînin. Ji xwe neman jî.
Cenabê Mesûd Barzanî zanîbû ku dê di qadên navdewletî de jî dê gelek dengên nerazîbûna vê biryarê bilind bibe. Lê rêzdar li hember hemî astengî û nakokiyên heyî biryara referandûma ji bona serxwebûna gelê xwe da û xwest fêr bibe, bê ka gelê wî dê ji bona biryarek weha çi bêje?
Helbet gelê kurd jî gotin û biryara serokê xwe ya referandûma ji bona Kurdistaneke serbixwe, pêk anîn. Dengên xwe yên ji bona serxwebûna Kurdistanê ji sedî 94 çaran gotin erê em Kurdistana xwe ya serbixwe dixwazin.
Bi wan dengên xwe yên azad, kurdan kilîta deriyê serxwebûna Kurdustanê dan destê serok Barzanî da ku roja wê bê, cenabê wî jî bi wê kilita gelê wî dabûyê, deriyê Kurdistana serbixwe veke.
Ew roj gelek nêzîk bûye. Lewra jî ji bona xurtkirin û xwedî lêderketandina wî mafê xwe, kurd her sal roja 25 meha 9an de, bi gelemperî û bi dengekî berz diqîrin û dibêjin: “Serxwebûn mafê Kurdan e”. Aha ev deng heyş sal in ku li kuçe û kolanên Ewropa belav dibe. Ev deng dihare guhên karbidestên dewletên mezin ku ew jî rojekê bêjin: “Ew maf mafê weye, kerem bikin, bila serokê we rêzdar Mesûd Barzanî bi wê kilîta gelê wî dabûyê, deriyê serxwebûna Kurdistanê veke”.
Ji ber ku bê biryara dewletên mezin, tu milet nikarin serxwebûna xwe ragihînin. Lewra divê kurd bi xebatên xwe yên dîplomasî, bi xwepêşandanên demokratîk dengê xwe yên ji bona serxwebûna Kurdistanê bilind bike û wî dengî bighêjînin dewletên ku biryara miletên dixwazin serxwebûna xwe ragihînin. Ji ber vê lazim û pêwîste ku heta em mafê xwe ê serxwebûna Kurdistanê bi dest bixin, divê hersal di roja biryara refarandûmê de, em dengên xwe bighêjînin wan dewletên ku biryara serxwebûna dewletan didin.
Aha ew roj îro ji her demê bêtir nêzîk bûye. Ji bona rêzdar serok Barzanî jî rabe û bi wê kilîta di destê xwe de, deriyê serxwebûna Kurdistanê veke, divê hemî kurdên cîhanê bibin palpişt û piştgirê serok Barzanî da ku ew jî bi rehetî wî deriyê ku ev sed salin ku Kurd li bendêne veke. De kurdno bi hevre biqîrin ê bêjin:
Bijî azadî û serxwebûna Kurdistanê
Bijî referandûma ji bona Kurdistaneke serbixwe.
Bijî Kurd û Kurdistan