PKKê mirina van Gêrîlayan ji sala 2019ê ve veşartibû

PKK-6-gerila-jin-ciwan-kurd-Info

Nasnameyên 6 ciwanên din yên Kurdan aşkere bû ku ji sala 2019ê ve ketine ber êrîşên dewleta Tirk û rêxistina PKKê mirina wan veşartî hiştibû.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro 29 Îlona 2025, nasnameyên 6 çekdarên xwe aşkere kirine ku li sala 2019ê li herêmên Zap, Avaşîn û Qendîlê  berê wan daye mirinê û heya roja me ya îro mirina wan veşartî hişitbû.

Navên wan wisaye:

Rojbîn Mugdat ji Colemêrgê.

Celîle Dawud ji Amedê.

Îsra Îbrahîm ji Meletiyê.

Ezîz Seîd ji Manîsayê.

Ferhad Îsma’îl ji Colemêrgê.

Ridwan Mihemed ji Amedê.

PKKê di pesnê tevan de gotiye ew milîtanên me yên Apoyî bûn, xwe fedayê Apo kirin!.

PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de dayne kuştin û mirina wan heya roja me ya îro veşartî hiştî, li gorî agahiyên destê me, hêjan bi hezaran ciwan ma ne ku nasnameya wan veşartî maye û PKKê mirina wan îfşa nekirî ye.