Dr. Îsmaîl Beşikçi!

Mekanîzmayên Parastina Berjewendiyên Kurdan li Hember Desthilatdariya Îraqê!

Jiyanek di Şopa Rastiyan de – Zanist, Têkoşîn û Rastiya     miletê Kurd.

Rastî yekane pîvana zanistê ye; ne îdeolojî, ne kes, ne jî şanaziya milî ye.

Dr. Îsmaîl Beşikçi, li angora zanista xwe prensîbên ji xwe re girt, kir pîvana jiyana xwe:

Dr. Îsmaîl Beşikçi. Di sala 1939’an de, li Îskilîpa Çorumê, di nava malbateke asayî de ji dayik bû. Beşikçî, bi hilbijartina sosyolojiyê, xwe spart rastiya nesneyî ya zanistê. Lê belê qedera Beşikçi, wî bi “rastiya kurd” re rûbirû kir û ew ji akademîsyenekî asayî veguherî sembolek, ku bi destê nîjadperest û barbarên dewleta tirk û îdeolojiya fermî re rûbirû kir.

17 sal û 3 mehên jiyana xwe di zindanan de derbas kir, 36 pirtûk û bi hezaran gotar nivîsand. Ev zanayê wêrek, îro, di 86 saliya xwe de, li Dîyarêbekirê, di dema nîşandana belgefîlma “Îsmaîlê Me” de, ji ber xwînrêjiya mêjî ketiye beşa lênêrîna xedar û rewşa wî ciddî ye.

Miletê Kurd û raya giştî ya cîhanê bi nefesgirtî dua dike û hêviyên xwe ji bo wî dişîne.

Rêwîtiya Beşikçî di sala 1962 an de, bi mezûniyeta wî ji Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê dest pê dike. Piştî demek kurt wekî memûr li Çorumê, ji bo leşkeriyê diçe Bidlîs û Çolemêrgê, paşê jî li Hozata Dêrsimê dimîne.

Di sala 1964 an de li Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Ataturk a Erziromê dibe asîstan. Teza wî ya doktorayê, “Rêxistina Civakî ya Eşîreke Koçer a ku Zivistanê li Deşta Sêwasê, Havînê li Çiyayê Nemrûdê Dimîne” ye. Ev xebat di sala 1969 an de wekî pirtûka Di Rojhilatê de Guherîn û Pirsgirêkên Strukturel (Eşîra Alikan a Koçer) tê weşandin û bi nêrîneke modernîst eşîrên Kurd ên koçer lêkolîn dike – ew strukturên feodal, wekî astengên li pêş netewe-dewletbûnê dibîne. Lê di dema xebatên zeviyê de, têkiliya wî bi miletê Kurd re hişê wî vedike. Êdî Kurd ne “pirsgirêk” in, lê miletek e ku hebûna wî tê înkarkirin. Xala wê ya zivirandinê, di sala 1969 an de bi weşandina pirtûka Rêxistina Rojhilata Anadolu: Bingehên Sosyo-Aborî û Etnîkî (Weşanxaneya E) pêk tê. Çapa duyemîn a berfireh a vê pirtûkê, di sala 1970 î de dibe sedema avêtina wî ji zanîngehê.

Di sala 1971 ê de ji aliyê Fermandariya Leşkerî ya Dîyarêbekir-Sîîrtê ve tê girtin; nêzî çar salan di zindanê de dimîne. Ev pêvajo, bi pirtûkên wekî Rêbaza Zanistî/ Otonomiya Zanîngehê û Prensîbên Civaka Demokratîk ji aliyê Doza Îsmaîl Beşikçi ve (Weşanxaneya Komal) tê tomarkirin. Piştî serbestberdanê jî zordestî ranawestin:
Di sala 1979 an de dîsa tê girtin û heta sala 1987 an di zindanê de dimîne. Piştî kudetaya 12 ê Îlonê, nameya wî ya ji Sendîkaya Nivîskarên Swîsreyê re jî dibe sedema dozeke nû. Berhemên Beşikçî rasterast bi îdeolojiya fermî – bi taybetî Kemalîzmê – re têkoşîneke eşkere ne. Pirtûka Rêbaza Zanistî (Komal, 1976) têkiliya zanist-îdeolojî ji perspektîfek zanistî vedikole. Rêzenivîsa 7 cildî ya Rêbaza Zanistî: Sepanên li Tirkiyê (di nav wan de Îskana Zorê ya Kurdan, 1977; Teza Dîroka Tirk, Teoriya Zimanê Rojê û Pirsgirêka Kurd, 1978; Bernameya Partiya Gel a Komarî (1927) û Pirsgirêka miletê Kurd, 1979) bi  tezên fermî têk dibe. “Teza Dîroka Tirk” û “Teoriya Zimanê Rojê” ya salên 1930 î, wekî amûrên ji bo armancên siyasî hatine çêkirin tê rexnekirin.

Beşikçî, bi van xebatan û bi dehan broşuran re, li Weşanxaneya Komalê, eşkere dike ku ev polîtîkayên nîjadperest û kolonyalîst in, ku bi navê zanistê hatine afirandin ji bo asîmîlekirina miletên otokton û bicîhanîna jenosîdê. Beşikçî, bi belgeyên kongreyê, belgeyên fermî û çavkaniyên dîrokî, dûrbûna van “tezan” ji zanistê nîşan dide; guman û rexneyê wekî bingeha rêbaza zanistî dibîne.

Salên 1990 î û piştî wê, bi dozên giran re derbas dibin. Pirtûkên wekî Qanûna Tûncêlî (1935) û Jenosîda Dêrsimê (Belge, 1990), Bûyera Orgeneral Mûglali û Sî û Sê Gule (Belge, 1991), Têkoşîna Parvekirina Emperyalîst a li ser Kurdistanê 1915-1925 (Yurt Kitap-Yayın, 1992), Kurdistanek Bindest a Navdewletî (Alan, 1990) dîroka parvekirina emperyalîst a Kurdistanê û terora dewletê belge dikin.

Zanist-Îdeolojiya Fermî, Dewlet-Demokrasî û Pirsgirêka Kurd (Alan, 1990) kontrola îdeolojîk a hilberîna zanistî li Tirkiyê aşkere dike. Berhemên wî yên ji aliyê Yurt Kitap-Yayın ve hatine weşandin, dibe sedema dozên duyemîn û sêyemîn; weşangerên wekî Ayşe Zarakolu û Ünsal Öztürk jî bi cezayên zindanê û pereyan re rûbirû dimînin. Bîbliyografya Beşikçî, bi nêzî 36 pirtûk û bi hezaran gotaran, xezîneyek dewlemend e. 32 ji van berheman li Tirkiyê hatine berhevkirin û qedexekirin;

ji Beşikçî re zêdetirî 100 sal cezayê zindanê û bi milyar lîreyan ceza hatine birîn. Lê wî tu caran tawîz neda: li Kurdistanê geriya, arşîva xwe di zindanan de berhev kir, dadgeh kir platforma têkoşînê. Netewperweriya Kurd, girîngîya parastina zimanê kurdî û çanda kurdî, yekîtiya milî amiletê Kurd parast; li dijî asîmîlasyon û tecrîdê bi serbilindî rawestîya.

Di qada navneteweyî de, wekî Endamê Rûmetê yê PEN’ê, di sala 2012 an de Xelata Hrant Dink a Navneteweyî û di sala 2013 an de Doktoraya Rûmetê ya Zanîngeha Bogazîçî wergirt. Lê deynê wî yê herî mezin, rastiya ku di hişmendiya miletê Kurd de afirandiye. Beşikçî, “îdeolojiya fermî ya kemalîst” bi olguyan pirsî, astengên li pêş hilberîna zanistî nîşan da. Ew, wekî sosyologekî tirk, bû dostê kurdan; bi navê “Mamoste Sarı Hoca” hat naskirin.

Niha, li Yekîneya Lênerîna Xedar a Zanîngeha Dîcleyê, bi hişê vekirî lê bi metirsiya jiyanî têkoşîneke giran dide. Li ser medya civakî bi hezaran dua tên: “Xwedê şîfayê bide”, “Şîfaya lezgîn ji bo mamosteyê me”.

Em jê re deyndar in; cîhana zanistê jê re deyndar e. Ji ber ku Beşikçî, bi hêza rastiyan, tarîtiyê qul kir. Bi hêviya başbûna wî ya zû, bi rêzdarî em serê xwe ditewînin.

Bi dostaniyê re szilav ji Îsmaîl Beşikçî re!

27.09.2025

Pustên heman beş