Vegerin Îmraliyê!!!

Gav bi gav berbi Serxwebûnê ve…

Bûbê Eser

Weke me ji roja ewil de û heta niha gotiye û nivîsî ye ku pkk rêxistineke dewleta kûr e. Armanc û damezrandina wê, ji bona têkbirin û tunekirina tevgerên kurd li her çar perçên Kurdistanê bû û ye. Hema hema di vê armanca xwe de bi ser ketibû ku başûrê Kurdistanê hate azadkirin. Azadiya başûrê Kurdistanê projeya dewletê ya ku dixwestin li ser destê pkk ya xwe pêk bîne,li başûr, rojhilat û niha jî li rojavayê Kurdistanê têk çû ye.

Abdulah Ocalanê ku roja ewil dewletê ew kir serokekî kurdan ku qet niqaş li ser wî nabe. Da ku hêmî karên têkbirina hêjayiyên kurdan û hizra neteweyî ji dilê kurdan bi rêya vî serokê ne serok derxin.

Ji ber ku dewlet dizane, niqaş û munaqeşe li ser çi û li ser kê bê kirin, ew tê zanîn ku di xizmeta kê de ye. Loma jî nexwestin û nehiştin ku munaqeşe li ser serokatiya wî bê kirin. Tenha xwestin ku wî weke serokekî kurdan tim di rojeve kurdan de be ku kurd ji gotina wî dernekevin.

Qedexekirina munaqeşeyên li ser Evdila, roja biryar dan ku wî bikin serokekî kurdan, dan. Biryar tenê ne ev bû. Xwestin wî bikin serokekî navneteweyî ê gelê kurd da ku ew jî bikaribe li gor vê erka xwe di qada nevnateweyî de bi xerabiyên mezin li ser navê kurdan, pêk bîne. Herweha ew bikaribe bi rehetî tevgerên gelê kurd yên welatparêz têk bibe.

Tenha îdeolojiya ji bona vî karî guncav jî Sosyalîzm bû. Loma Evdila ji xeta dîndariyê birin ser xeta Sosyalîzmê da ku li ser navê wê, partiyekê jê re ava bikin û kirin. Berê axa û eşîretên welatparêz paşverû destnîşan kir û li hember wan, şerê çekdarî bi kar anî. Loma bi saya serê wî şerê pkk ya li hember wan axa û serokeşîrên welatparêz û gelek malmezinên kurdan, ji mecbûrî ango ji bona parastina ax û gundiyên xwe bûne aliyê dewletê.

Ji aliyekê din gelek zilamên MÎTê (Îstîxbarata tirkan) weke endamên PKK bûn, di nava pkk de bi cih kirin. Hemî serê kaniyan û medya pkk teslîmî wan kirin. Teslîm kirin da ku ew jî bikaribin bi rehetî wan li hember kurdan bi kar bînin da ku li ber çavên xelkê tenha pkk bihêlin. Her weha jî kirin. Wan zilamên dewletê, bi kuştina welaparêzên kurd erka xwe ya weke tirkekî nîjadperest anîn cih. Li ser navê qesas nediyar(!) piraniya welatparêzin zîrek kuştin.

Her ev karê PKK ji roja damezrandina wê de pêk anîn. Yanî rêxistinek li ser navê kurdan lê ji bona tunekirina kurdan, damezrandin. Serokê wê kirin Evdilayê ku zêde behsa bavê wî neyê kirin. Lê dayika wî ya tirk tim li pêş bû. Ji xwe zêde behsa bavê Kemal Ataturkê serokê tirkan jî nedihat û nayê kirin. Lê navê dayika wî jî tim li pêş bû.

Hûn bala xwe bidin gotinên Evdila, hemî rast derketine. Ji ber ku weke projeya dewletê jê re nivîsîbûn, tevgeriya û tevdigere. Evdila kirin serokekî weha ku ciwanên kurdan xwe ji bona wî şewitandin.

Evdila yekem kese ku  dizanê di nava pkk de zilamên dewletê çawa hatine bi rêxistinkirin. Ji ber vêye ku her bangek wî ya vegera endamên pkk ya ji bona tirkiyê, hemî ew zilamên ku min li jor behsa wan kirin in.

Niha jî Evdila bangî kesên li ewropane ku vegerin tirkiyê ango herin îmraliyê, dike. Şedema vê jî ew e ku êdî şevreş ronî dibe, kesên di wê şevreşê de nedihatin naskirin, êdî xweveşartina wan zehmete. Ji bona kesên weha zerarê nebînin, Evdila bangî wan dike û dixwaze bêje: ”We karê xwe li ewropa baş kirin. Em bi hevre bi serketin. Ji bona ku hûn zerarê nebînin, li mala xwe vegerin”

Ez bawerim ku wê kesên karê xwe yên kuştina kurdan li ewropa kiribûn, yên tevlihevî li bajarên ewropa derxistibûn dê hemî vegerin mala xwe ango tirkiye an îmralî.

Sedema banga Evdila ku dixwaze kurdên(!) ewropa vegerin ev e. Bawerim wê hemî zilamên dewletê yên weke endam û rêvebirên pkk vegerin. Ji ber ku her perdeya tarî ku girtibû ser kurdan radibe, rûyên zilamên dewletê jî eşkere dibe. Ji bona zerarê nebînin, wê li ser banga Evdila vegerin mala xwe. Di demek ne zêde dûr em ê bi hev re bibînin ku wê ev vegera li ser daxwaz Evdila pêk bê.

Kurdno!!!

Divê êdî hûn jî heşên xwe bidin serê xwe. Tevger, kiryar û bûyerên pkk yên ji roja ewilde bînin bîra xwe. Kiryar û bûyerên pkk ji roja ewilde kirine ji nû de li ser wan bifikirin. Da ku êdî hûn pkk ya dewletê û kadroyên zilamî MÎTê ango îstixbarata tirk yên berpirsên pkk ne, nas bikin, fêm bikin û bizanibin.

Êdî pkk ya dewletê nas bikin ku ew ji bona valakirina Kurdistanê, kuştin û koçkirina kurdan ya ji ser erda wan, hatibû damezrandinê, nas bikin. Li gor vê tevbigerin ku pkk dijminê gelê kurd ya herî mezin e. Fêr bibin ku pkk ji bona tunekirina xeta neteweyî û valakirina kurdistanê hatibû damezrandin. Hûn çiqasî pkk nas bikin, hûnê ewqasî li xwe, li welatparêziya xwe û li kurdbûna xwe vegerin.

Îro bi hezaran zilamê MÎTa tirkan li ser navê pkk û pkkiyên fediyok di nava kurdan, tevgerên welatparêz û di nava me de ne. Di malê me dene. Di şîn û şahiyên me dene. Bi me re ne û li gel mene. Hay ji wan hebin!!!

Êdî vana nas bikin. Berê bi rêya çekan, îro bi rêya qaşo demokratîk karên xwe yên ji bona têkbirina gelê kurd didomînin. Heger hûn hinekî û bi awayekî bê teref bifikirin, naskirina wan ne zehmet e. Raberduyên wan bixwînin û bibînin. Zû ji hevsê berdana gelek kadroyên wan û hin kurdên din jî fêm bikin. Tevger û gotinên wan bipîvin. Bi vê yekê dereng jî be hûnê wan nas bikin.

Hin kesên zilamên istixbarata (MIT) tirkan ku weke endam û rêvebirên pkk têne nasîn ew dikarin vegerin. Li imraliyê bicivin, da ku projeya tunekirina kurdan bi riyên demokratîk(!) temam bikin.

Lê hezar mixabin hê jî li bakurê Kurdistanê platform, enî an hevkariyeke ku bikaribin li ser navê kurdên bakurê Kurdistanê bibin altarnatîf û berdevkê wan, tune ye, derneketiye û hin naxwazin derkeve jî…

Aha malwêraniya mezin ev e ku piştî çekdanîna pkk, li bakurê Kurdistanê kurdên welatparêz hêjî bêdeng û bê altarnatîf in.

Li gor min altarnatîfa herî baş ku îro li gor şert û mercên bakurê Kurdistanê HAK-PARe. Heger hemî partî, rewşenbîr û zanîn kurdan li ser li hevkirinekê li hev bikin. Wê xurt û bi hêz bikin. Kesên zana û zîrek bidin pêş, ev ê bibe berdevk û altarnatîfeke kurdên bakurê Kurdistanê.

Pustên heman beş