Felsefeya Abdulla Ocalan yê ku bi hezaran Ciwanên Kurdan dayne kuştin çî ye?

Felsefa Ocalan-Info

Abdulla Ocalan 27 salan berê li mekteba navendîya PKKê ya li Şamê ji ciwanên Kurdan re digo: Yên ku nikarin dijminên xwe têk bibin, divê ew bimirin, ev Felsefeya min e.

Yên ku nikarin dijimnên xwe têk bibin, divê ew bimirin

Ocalan di axaftina xwe de ku li 24 Gulana 1998ê ji komeke ciwanên Kurdan re di xuleke perwerdeyê de li Şamê kirbû, digo: “Her çend dijimin pir mezin be jî, dibe ku mirov li dijî vî dijimnî, bêrêzîkirin û neheqiya herî mezin be. Mirov dikare wisa bibêje, lê bê guman, ev ne raya mine. Bi ya min, yên ku nikarin dijimnên xwe têk bibin, divê bimirin. Ev felsefeya mine”.

Apo çima Felsefeya xwe li ser xwe bi xwe bi cîh nekir?

Bi rastî jî ev Felsefeya Ocalan e, îro 27 sal li ser va gotinên Ocalan derbas dibin, îro bi zelalî ev Felsefeya Ocalan ji boy her Kurdekî aşkere bûye, Ocalan ne tenê dijminê xwe têk nebir, piştî vê gotina xwe bi salekê hat girtin û wî di yekem berxwedana xwe de got: “Diya min Tirk e ez dixwazim xizmeta Tirkiyeyê bikim”.

Ocalan bi rastî jî xizmeta dijimin kir, 26 salan ji Îmraliyê ev xizmet kir û ya herî dawî teslîmiyeta tam bû, piştî ku partiya xwe hilweşandî û jê re gotî: “Modêla we nema, xwe fesix bikin, çekan deynin û ji Kurdan re jî got pêwîstîya we bi dewletê, xweseriyê û xwerêvebirinê nîne, rêbaz û çareserî Neteweya Demokratîke, anko kerem bikin di nava Tirkan de asmîle bibin”.

Başe..

Apo çima Felsefeya xwe li ser xwe bi xwe bi cîh nekir?

Çima li ser dijmin serneket?

Çima nikarî serbikeve?

Û çima ciwanên Kurdan bi koman di avêtin ber dijminê hov û berê wan da mirinê?

Ya rast Felsefeya Apo Felsefeya dane kuştina ciwanên Kurdan bû ne Felsefeya dane jiyan kirina wan, ew teslîm bû û di 26 salên rabûrî de ji Îmraliyê ferman dida û komên ciwanên Kurdan di avêtin ber dijminê hov û jê re digo ev dijminê weye dê yela serkevin, wî pir bi bê rehmî berê keç û xortên Kurdan dida mirinê. Serketina ku wî qala wê dikir, dixwest bi rîya zarokan dest bixe.

Pustên heman beş