PKKê ciwaneki Hewlêrê li Garey daye kuştin û 7 salin mirina wî veşartî ye

PKK-4-Gerila-Gare-Info

Nasnameya 4 ciwan û zarokên din yên Kurdan aşkere bû ku ji sala 2018ê ve li çiyayê Gare ketine ber êrîşên dewleta Tirk û rêxistina PKKê ev 7 salin mirina wan veşartî ye, yêk ji van ciwanan ji Hewlêrê ye.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê roja yekşemî 5 Cotmeha 2025ê, nasnameyên 4 çekdarên xwe yêk jê zarok aşkere kirine ku pêşî 7 salan berê wan daye mirinê û heya roja me ya îro mirina wan veşartî hiştibû.

Ev 4 ciwanên Kurdan li Kanûna 2018ê li çiyayê Gare ketine ber êrîşên dewleta Tirk.

Navên wan wisaye:

Ûgûr Hacî ji Şirnexê.

Vedat Silêman ji Edeneyê.

Cenab Hacî ji Erzerûmê.

Muawiye Kaka ji Hewlêrê.

PKKê di pesnê tevan de gotiye ew milîtanên me yên Apoyî bûn, xwe fedayê Apo kirin!.

PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de dayne kuştin û mirina wan heya roja me ya îro veşartî hiştî, li gorî agahiyên destê me, hêjan bi hezaran ciwan ma ne ku nasnameya wan veşartî maye û PKKê mirina wan îfşa nekrî ye.

Pustên heman beş