Ciwanên Şoreşger zarokekî 11 salî revandin

Ciwanen-shorashgar-pkk-kobani-11-net

Çeteyên PKKê yên bi navê Ciwanên Şoreşger zarokekî din yê 11 salî ji bajarê Kobanîyê revand û bo bingehên leşkerkirina bi zorê veguhestin.

Çavkaniyên Darka Mazî yên li Rojava Kurdistanê aşkere kirin, li roja 27 Ilona 2025ê çeteyên PKKê Ciwanên Şoreşger ku karê wan revandina zarokane, zarokekî din yê Kurd ji bajarê Kobanîyê revand û bo bingehên meşqê û leşkerkirina bi zorê birin.

Destnîşan kir, ev zarok navê wî Merwan Ehmed Hemo ye û ji dayikbûyê sala 2014ê ye û temenê wî 11 sal in.

Ciwanên Şoreşger rêxistineke ciwanan ya girêdayî PKKê ye, bi telîmatên rasterast yên Cemîl Bayîk tev digere û karê wê çekdarkirina zarokane ji boy PKKê û baskên wê yên li Rojava Kurdistanê.