Endamekî komîteya navend îya PKKê hat kuştin

Yunus Demîr -Info

Baskê leşkerî yê PKKyê, ragihand ku 2 jê fermandar, 4 gerîlayên wan canê xwe ji dest daye û nasnameyên wan eşkere kirin.

Di daxuyaniya HPGê de hat diyarkirin ku 2 fermandarên payebilind ên PKKyê canê xwe ji dest daye. Yek ji wan Endamê Komîteya Navendî ya PKKyê û Konseya Fermandariyê ya HPGyê Yunus Demîr ê bi nasnavê ‘Şivan Cîlo Gever’ e.

Hat diyarkirin ku Demîr li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ji dayîk bûye, li Geverê mezin bûye û sala 1993yan li wir tevlî PKKyê bûye.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku Demîr 16ê Hezîrana 2023yan li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Li aliyê din, di heman daxuyaniyê de hat ragihandin ku yek ji berpirsên payebilind ên PKKyê Cumhur Korkmaz ê bi nasnavê ‘Ronî Baz Gever’ jî canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Korkmazê ku li Geverê ji dayîk bûye, sala 2007an ji Stenbolê tevlî PKKyê bûye.

HPGyê di heman daxuyaniyê de nasnameya 2 gerîlayên din jî Fadil Abdî û Demhat Baytar eşkere kir ku di heman rojê de canê xwe ji dest daye.

Pustên heman beş