Ji Rojava nameyek nerazîbûnê bo Ocalan

Pêvajoya ku bi hilweşandina PKKê ji aliyê Evdila Ocalan ve di 27 ê Sibatê de dest pê kir, berdewam dike, û navenda wê Rojava ye. Ocalan di notên hevdîtinên yên derketine holê de rêveberiya Rojava hedef girtibû û tiştên wekî xwe yên berê gotibû “Rêveberiya Rojava bûye Heşdî Şabî ya Îsraîlê; Rojava nizane vî karî bike.” Bi vî awayî rêberîya Rojava ji xwe re kiri bû armanç. Ji hêla siyasî ve, Ocalan dixwest ku Rojava ji Îsraîl û welatên Rojava veqete û bi siyaseta Tirkiyê ya li ser Sûriyê re bi hevahengî tevbigere. Gorî têbînî û agahîyên me rêveberiya Rojava ev xweferzkirina Ocalan qebûlnekirî bû.
Rêveberiya Xweser a Rojava nameyek ji serokê PKKê Evdila Ocalan re şandibû. Name di 22 ê Tebaxa 2025 an de ji aliyê sazîya Karûbarên Derve ya Rêveberiya Xweser ve hatibû nivîsandin. Di nameyê de, wan hin fikarên xwe yên di derbarê berpirsiyarî û xebata xwe ya pratîkî ya di qadê de anî ziman. Di nameyê de, Rêveberiya Xweser dilsozî û spasiya xwe ya ji Ocalan re diyar dike, lê di heman demê de bi awayekî nepenî tiştên wekî “Hûn vê qadê nizanin, bêyî piştgiriya navneteweyî tiştek çênebe.” Name bi berfirehî peyamek veşartî ji Ocalan re vedibêje, “tu zêde mudaxeleyî Rojava neke.”
Nameya bi tevahî wiha ye:
Rêberê me yê hêja,
Berî her tiştî, em rêzdarîyekî kûr û spasiya xwe ‘ji bo hewl, raman û prensîbên rêberiyê yên ku we li ser navê gelê me pêşkêş kirine’ araste dikin. Prensîbên we yên bo azadiya jinê, ekolojiyê û civaka demokratîk ne tenê rêberê bîrdozîya me ne; ew di heman demê de binyatê ji nûve damezrandina pratîka me ya siyasî û civakî yê.
Ev mîrat ji bo wateya têkoşîna me û pêşeroja gelê me bêhempa ye.
Me name û bangewazîyên rêpêşander yên we bi baldarî û hesasiyetek mezin wergirtine. Hişyarî û nirxandinên Rêberê me bo me rêpêşander in û hem jî ji bo me berpirsyarîyekî wijdanî ne.
Lêbelê, em dixwazin bi eşkere û bi dilsozî bibêjin ku di çarçoveya berpirsiyarî û xebata me ya pratîkî ya li qadê de hin fikarên me hene. Ev fikar ne tenê dudiliyên îdarî ne; ew rasterast bi ewlehiya gelê me, parastina destkeftiyên demokratîk û parastina hevsengiya piştgiriya navneteweyî ve girêdayî ne.
Em dixwazin were zanîn ku her biryarek ku em îro li herêmê digirîn ne tenê li ser bingeha îradeya me ya hûndir e; ew ji hêla helwestên aktorên cîran, boçûnên navbeynkarên navneteweyî û nirxandinên aktorên ne-dewletî û dewletî yên li herêmê re bi îstîşare tê kirin. Helwestên dewleta Sûriyeyê di salên dawî de, destwerdanên herêmî û bi taybetî mudaxilaya siyaseta Tirkiyeyê, dînamîkên ewlehiyê li ser erdê, gorankarîyên nifûsî û berdewamiya piştgiriya navneteweyî gûrankarîyan diyar dikin. Di vî warî de, divê em encamên gavên berfireh ên wekî entegrasyon an veguherînên stratejîk ên wekhev ne tenê bi taktîkên demkurtî, heman demê de bi temînata ewlehî, di mişara siyasî û civakî yên pêşerojê jî misoger bikin.
Wekî din, divê em bi zelalî bibêjin ku piştgiriya giştî ya berfireh ji bo Rojava, hevgirtina di nav dîyasporayê de û berjewendiya gelek aktorên navneteweyî hem ji bo me çavkaniya hêza moral û hem jî piştrastiya pratîkî ne. Ev piştgirî rewatiya têkoşîna me û dîtina navneteweyî ya destkeftiyên me misoger dike. Ger gavên wekî veguheztina yekalî û ji nişka ve ya çek hêzên rêveberiyê bêyî ku hemî aliyên pêvajoyê werin misoger kirin werin dewirkirin; Em ê ne tenê hêviyên gelê xwe yê herêmî bişkînin, lê di heman demê de xetereya qelskirina hevgirtina navdewletî û qadame ya manevraya siyasî dê bikeve bin metirsîyeke mezin de.
Sazîya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Dîrok: 22 ê Tebaxa 2025