Nêçîrvan Barzanî ji bo nîqaşkirna “Pêvajoya Rawestiyayî” û meseleya Rojava seredana Tirkiyeyê kiriye…

Nêçîrvan Barzanî ji bo nîqaşkirna "Pêvajoya Rawestiyayî" û meseleya Rojava seredana Tirkiyeyê kiriye…

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xweya fermîya Tirkiyeyê de li Enqerê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan re civîya. Derbarê civînê de ti daxuyanî nehat dayîn. Lêbelê, îdiayên ku Rojava di civînê de mijarek sereke bû derketin holê.

Çavkaniyên nêzîkî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêveberiya wê destnîşan dikin ku Nêçîrvan Barzanî çûye ji bo nîqaşkirina pêvajoya aştiyêya rawestiyayî ya di navbera Tirkiye û PKKê de. Li gorî çavkaniyan, Nêçîrvan Barzanî dê helwestên hem Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hem jî tevgera siyasîya Barzanî, KDP, li ser Rojava rave bike. Tevgera siyasîya Barzanî li dijî hilweşandina hêza leşkerîya kurd li Rojavaye û dibêje ku divê avahiyek nenavendî hebe.

Li gorî çavkaniyan, Nêçîrvan Barzanî pêşniyar ji hikûmeta Tirkiyeyê re di derbarê “naskirina Rojava û qebûlkirina mafên wê” kiriye. Tê diyarkirin ku ev serdan, ku di demekê de ku aloziyên li Rojava zêde dibin, dê pozîsyona rêveberiya xwesera Rojava xurt bike.

Herêma Kurdistanê li dijî Sûriyeyeke navendîye…

Pêkhateya siyasî û Hêzên Herêma Kurdistanê nerazîbûna xweya li dijî rêveberiyeke navendî û neparastina mafên Rojava ragihandine. Bi taybetî serok Mesûd Barzanî soza “her piştgirîyekê ji bo Rojava” daye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li platforma Mîrî axivî û got:

Barzanî got, “çi guhertin çêbibin bila bibin, berjewendiya Rojava ewe ku bi Şamê re rêyekê bibînin. Divê ew çareseriyê bi Şamê re bibînin,” û da zanîn ku ew li dijî nêrîna hikûmeta Sûriyeyêya li ser entegrekirina HSDê di nava artêşa sûriyeyê ne.

Barzanî rexne li pêşniyarên entegrekirina heyî girtin û got, “ew dibêjin ‘werin û tevlî artêşa Sûriyeyê bibin,’ lê bi ferdî werin; ev ne raste.”

Barzanî bi bîr xist ku kurdan di şerê li dijî DAIŞê de bedelên giran dane û bi deh hezaran endamên DAIŞê li kampa holê hene û diyar kir ku rêveberiyeke navendî nikare were ferizkirin, divê ku ev rastiye neyên paşguh kirin.

Nêçîrvan Barzanî nerîna xweya ji bo sûriyeyeke nenavendî dubare kir û got, “divê sûriye bi awayekî were birêvebirin ku ne nenavendî be, û her kes li sûriyeyê xwe wekî xwediyê wî welatî bibîne; wekî din, birêvebirin ne mimkûne.”

Pustên heman beş