Skip to content
PKK, Şengal, û Çend Pirs

Çend pirs û bersivên sade û rasterast bi zimanekî ku heta zarokên dibistana seretayî jî dikarin fêm bikin, rastiya Şengalê ji her kesî re were bibîrxistin.
Ma Başûrê Kurdistanê ne yekane saziya Kurdî ye ku xwedî statuya neteweyî ye, bi qanûnî hatiye damezrandin/li ser bingeha zagona û li çaraliyê cîhanê jî tê naskirin?
Ma saziyeke qanûnî (Rêveberiya Başûrê Kurdistanê) û saziyên neqanûnî (PKK û berhemên wê) dikarin di heman kategoriyê de, bi heman argumanan û wekî wekhev werin nirxandin?
Ma PDK ne partiya herî mezin a di nava Hikûmeta Kurdistanê da ye?
Ma pirsgirêk wekî pevçûnek “PDK-PKK” were nîşandan û her du pati wekhev dîtin ma neyê wateya nenaskirina yasayên Kurdistanê?
Ma mafê her dewletek li cîhanê (fîîlî, federal, yekgirtî û hwd.) ye ku her cûre cezayan li dijî pêkhateyên ku hebûna tehdît dikin ferz bike?
Serxwebûn tenê bi rakirina astengiyên li pêşiya serxwebûnê mimkun e; ma PKK ne rêxistinek dijî serxwebûnê ye?
Ma her rêxistina çekdarî ku li Kurdistanê hebûna xwe didomîne û li dijî mafên neteweyî/avakirina dewletê be, ne xizmetkar/kirêgirtî û cehşên dewletên serwer e?
Ma PKK, ku bi eşkereyî li dijî serxwebûna Kurdistanê derdikeve û dixwaze Şengalê di bin navê “xweseriyê” de ji Kurdistanê veqetîne, gelo ma ev ne sazîyekî cehşatî ye?
Ma pêşkêşkirina saziyeke cehş wekî saziyeke neteweyî nabe sipîkirina cehşatî?
Ma hebûna Pkk ê li Başûr ji dewleta Tirkiyeyê re nabe hinceta dagirkirina herêma Kurdistanê?
Dema ku Başûr ji aliyê cephê şîe yên ser bi Îranê û çeteyên girêdayî wê ve dixweze bê xeniqandin, bi hinceta ‘pêwendîyên li gel Tirkîyê’ êriş kirina ser Serxwebûna wê herêmê ma ne cehşatî ye?
Başûr weke dewletek fîîlî ma ne heqê wê ye ku dîplomasiyek serbixwe li gel hemî cîhanê û Tirkîye jî di nav de heqê wê ye?
Nakokiya berjewendiyan di navbera hêzên dagirker de dikare carinan hin layena nêzîkî Kurdan bike. Ma ne xwezayî ye ku Başûr ji vê valahîyê sûd werbigire?
PKK, ku Bakur wêran kiriye û nekariye yek bihost axa Kurdistanê azad bike, li Başûr çi digere?
Ma PKK ê, bi terora xendekan, gelek gundewar ku di got “me azadkirine” wêran nekir û bi sed hezaran Kurd neçar kir ku koçber bibin (li gorî Plana Îslahê ya Rojhilat)?
Ma heman zîhniyeta ku wêrankirinê wekî “azadî” pênase dike, dikare Şengal azad bike?
Ma hûn dixwazin Şengal jî wekî Sûr/Cizîr/Nisêbîn/Şirnexê bê “azad” kirin?
Ma daxwazek wisa ne xiyanete li Kurd û Kurdistanê?
Tevî van hemû rastiyan, ma ne bêexlaqiya herî mezin e ku kesên ku dibêjin “divê PKK ji Şengal derkeve” bi “xwestina birakujiyê” tawanbar bikin?
Belê, divê PKK ji Şengal derkeve; ger pêwîst be bi dare zorê.
Ger li dijî çeteyên PKK ê, ku 45 sal in Kurdan dikujin, xiyaneta xwe ferz dikin, şerekî pêwîst bike, wê derê wêjeya “Birakujî” nayê kirin. Tiştê ku divê were kirin ev e ku cehşatî were şermezar kirin û bê şert û merc piştgirî bidin hêzên neteweyî yên ku li dijî cehşa helwest digirin/dê bigirin. Yên ku ne xwedî helwestekî Kurdistanî “wêjeya biratiyê” kirin tenê nîşana bêrûmetî, bêexlaqî û ji nav çûnê ye.
Sileyman Akkoyun