Polîsên Îraqê biraziyê berpirsekî PKK’ê li Şengalê desteserkir

Polîsên Îraqê biraziyê berpirsekî PKK’ê li Şengalê desteserkir

Biryare di 11/11/2025an de hilbijartinên parlementoya Îraqê bên encamdayîn, hêz û aliyên girêdayî Heşdî Şebî ji boy bidestxistina dengên zêdetir her tiştî dikin, Heşdî Şebî bi hezaran kartên dengdayînê yên hemwelatiyên Îraqê kirîne û dixwaze bi rêya van kartan dengên xwediyên kartan ji xwe re misoger bike, li ser vê yekê jî biraziyê yek ji berpirsên payebildin yên PKK’ê li Şengalê bi sûça kirîna kartên dengdanê ji bo yek ji partiyên ser bi Heşdî Şebî ve ji aliyê polîsên pêşîlêgirtina sûçan ve hatiye desteserkirin.

Çavkaniyên pêgeha «Darka Mazî» eşkere kirin, “Hiza Xeyrî Şemo” ku bi esla xwe Êzidîye û ji şêniyên bajarokê Gir Uzêr yê ser Beacê ve ye, di roja 21/9/2025an de ji aliyê polîsên pêşîlêgirtina sûçan li Şengalê hatiye desteserkirin û navbûrî îtîraf bi kirîna kartên dengdanê di berjewendiya namzedên Rayan Kildanî serokê Bizava Babilyon de, kiriye.

Hiza Xeyrî endamê PKK’ê ye û pêş niha ajokarê wesayîta mamê xwe yê bi navê “Naïf Şemo Xudêda” serokê Birêveberiya Xweser a Şengalê bûye.