Darka Mazî dosyeya gendeliyê ya Heşdî Şebî li Mûsilê parve dike

Darka Mazî dosyeya gendeliyê ya Heşdî Şebî li Mûsilê parve dike

Hat zanîn parçe erdê dikeve rojhilatê bajarê Mûsilê li beramberî devera Kokcelî ya li nêzî komelgeha Şirûq, ku yê Şaredariya Mûsilê bûye, ji aliyê heads Şebî ve hatiye dagirkirin û piştre ev erd ku parçeyek pirr mezine hatiye dabeşkirin bo çendîn parçe erdên biçûk û piştre hatiye firotin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, lîwaya 30î ya heads Şebî bi rêya “Cefer Cemîl” birayê “Mihemed Cemîl” fermandarê lîwaya navbirî û “Mihemed Arf” endamê Encûmena Parêzgeha Mûsilê dest daniye ser parçeyek ji erdê mezin yê Şaredariya Mûsilê û di meha 8 ya îsal de ev parçe erd bo çendîn parçeyên biçûk hatiye dabeşkirin û piştre hatiye firotin.

Çavkaniyên Darka Mazî tekez kirin, her yek ji van parçe erdan bi serpereştiya “Abdulla Wehiş” efserê îstixbaratê yê lîwaya 30 ya heads Şebî bi buhayê 10 milyon dînarên Iraqî bo her parçeyekê hatine firotin, her wiha destîrîya avakirina van parçe zevîyan ji aliyê “Mihemed Cemîl” ve tê dayîn.

Wek tê zanîn, lîwaya 30 ya Heşdî Şebî bi hênceta parastina aramî û ewlehiya deşta Nînovayê li Mûsilê mane, lê belê di rastiyê de ew bi xwe çavkaniya nearamî, dizî û bi hederdana samanê dewletêne li Mûsilê, heads Şebî li Mûsilê dest daniye ser mal û mulkê hikûmetê û her karê dixwaze dike bêy ku hizrekê ji boy yasa yan jî saziyên hikûmeta Îraqê li vî bajarî bike, tişta herî girîng li cem van mîlîşyayan bi tenê parastina berjewendiyên Heşdî Şebî ye.

Ji aliyê xwe ve ji ber van karên neqanûnî, şêniyên Mûsilê ji hêzên Heşdî Şebî pir hêrs bûne û dixwazin ev hêz Mûsilê biterikînin û destwerdanê di saziyên dewletê de nekin.

Pustên heman beş