Skip to content
Ocalan bersiva we da

Aryan Ferec
Hefteya borî, di civîna Miri li Hewlêrê de, serok Nêçîrvan Barzanî di derbarê proseya aştiyê ya li Tirkiyeyê, gazinde ji PKKê kirin ku bi tevahî guhdariya biryarên Ocalan nake û hêvî kir ku rewş baştir bibe da ku dîsan astengî li pêşiya pêvajoya çareseriyê dirust nebin.
Li şûna ku şîretan cidî wergirin û gotinê bi awayekî dostane bixwînin, KCKê daxuyaniyek tund li dijî daxuyanî û helwestên Serokê Herêma Kurdistanê nîşan da, û helwestên serokê Herêma Kurdistanê bi awayekî nerînî û li dijî pêvajoya aştî û çareseriyê şîrove kir.
Di bersiva berteka bilez û ne guncawa KCKê de, dihat payîn ku ji kesên nêzîkî Serokê Herêma Kurdistanê bersivek were dayîn û tohmetên KCKê yên li hember Nêçîrvan Barzanî de sebaret dijberiya pêvajoya aştiyê red bikin, lê berî ku ji wê derdorê ti bersiv û zelalkirinek were dayîn, cihê xweşhaliyê bû ku ji hêla Abdullah Ocalan bi xwe ve ne bi tenê bersiva wê şîroveya şaş hat dayîn, belku tevahiya şîroveya KCKê serûbin kir.
Ocalan di nameyekê de ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re ku duh yek ji malperên Amerîkî ev yek ji raya giştî re eşkere kir, ne bi tenê daxwaza vê yekê dike ku serokê Herêma Kurdistanê di pêvajoya navbeynkariyê de rolê xwe bilîze ji bo pêşvebirina pêvajoya aştiyê, belku hêvîxwaze ku serokê Herêma Kurdistanê çavdêrî û rêberiya proseyê bike, û vê yekê jî pir erênî, girîng, bi nirx û dilniyabexiş dibîne.
Hêviyên Ocalan ji serok Nêçîrvan Barzanî li gorî heman hêvî û baweriya ku aliyên dinên di pêvajoyê de di rol û perspektîfa wîya aştîxwaz û dîplomatîk de hene ne, divê ev yek rêberên KCKê bixe hemberî raman û li xwe vegerînê. Ger ew aştî û serkeftina pêvajoya çareseriyê dixwazin, divê ew hûrtir, aramtir, bi baldarîtir û dostanetir şîroveyan bo helwestan bikin, nemaze helwesta serok Nêçîrvan Barzanî, ku ne tenê di vê pêvajoyê de, lê di heman demê de di aramkirina gelek ji hevrikî û pirsgirêkên din yên herêmê de weke karakter û faktorek başî, aştî û çareseriyê tê dîtin.
Nivîs ji Facebooka nivêser hatiye wergirtin.
Nivêser li beşa ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê dixebite..