8 sal bi ser xiyaneta mezin a 16î Octoberê re derbas bûn

16-october-8-Net

8 sal bi ser xiyaneta mezin a 16î Octoberê re derbas bûn, ku ji ber wê zêdetir ji nîvê axa Başûrê Kurdistanê bi alîkariya YNKê radestî milîsên (Heşdî Şeibî) hat kirin.

Di destpêka meha cotmeha 2017ê tevgera milîsên Heşdî Şeibî li Iraqê û milîsên ser bi Hizbulaha Lubnanê û hin ji hêzên Îranê ber bi Kerkûkê û navçeyên bin desthilata Pêşmerge destpê kir û li hember wê jî Pêşmerge çeperên xwe ji bo berevaniya Kurdistanê qahîm kirin. Lê ber bi roja 16ê  cotmeha 2017ê beşek zêde ji hêzên YNKê bê ku ti berevaniyekî bikin çeperên xwe ji bo milîsên Heşdî Şeibî vala kirin û ji ber wê jî rê vekirin bo milîs heta navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dagir bikin.’’

Her di wan rojan de Serokê naha yê YNKê Bafil Talebanî di hevpeyvîneke li gel kanalek Brîtanya de li xwe mukirhat ku xwe li gor rêkeftinekî vekêşandine û 38 endamên rêveberiya YNKê jî li ser wê rêkeftinê îmza wan heye û ji ber wê rêkeftinê jî xiyanet li gelê Kurdistanê kirine.

Herçend 4 roj piştî xiyaneta mezin a YNKê, milîsan bi rêkeftina li gel YNKê û cehşên din, plana dagirkirina Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê kirin, lê ji aliyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve bi rêberiya Serok Barzanî rastî şikestekî mezin hatin û ji Pirdê û Sihêla û Mehmûdiye û Tilisqof û Mexmûr û gelek cîhên din, berxwedanekî wisa mezin hate kirin ku careke din milîs newêrin nêzîkî Kurdistanê bibin.

YNK wek partiyekî berpirsyare ji wê xiyaneta li gelê Kurdistanê hatiye kirin. Herçend di rojên 16ê Cotmehê de beşek ji YNKê wisa nîşan da ku dijî xiyanetê ne, wek Şêx Cehfer û Kosret Resûl, lê naha em dibînin ku ew jî çûne bin wê rêveberiya ku ew xiyaneta wan rojan a partiya xwe de. Ji bo me aşkera bûye ku YNK wek partî ji wê xiyanetê berpirse û divê baca wê xiyanetê jî bide.’’

Pêwîst bû di heyama 8 salên borî de Bafil Talebanî û yek bi yek ewên ku xiyanet li gelê Kurdistanê kirin bên cezakirin û baca wê xiyaneta xwe daban, ku bibin îbret û careke din ti kesek newêrîtin fikra cehşbûn û xiyanetê bike.

Pustên heman beş