Skip to content
PDK Kurdistan e!!!

Bûbê Eser
Tevgerek, partyeke, sazî û dezgehek ji bona bîr û baweriyekê, ji bona armanc û deskeftinekê têne damezrandin. Yên li ser vê rêye û armancê ne xwedî dîrokekê bin, ew ên ne xwedî tekoşîneke dûr û dirêj bin, ew ên di tekoşîna xwe de di warê neteweyî de qels bin. Loma jî nikarin bibin perçekî asas yên welatê xwe.
Bala xwe bidinê, bixwînin û lê bikolên hûnê bibînin, Barzaniyan eva sed salin ku tekoşîna azadiya gelê xwe bê navber dane û didomînin. Bi vê yekê jî xwe kirine Kurdistan û Kurdistan kirin navê xwe.
Li seran serê cîhanê dema navê Barzaniyan tê gotin, yek ser Kurdistan tê aqil û hişan. Ji ber ku Barzaniyan bi tekoşîna xwe ya dûr û dirêj ya bê rawestandin,di nav kurdan û li cîhanê navê xwe û yê Kurdistanê dane qebûlkirin.
Piştî berxwedan û tekoşîna Kurdan ya li her çar perçan tekçê bû. Dagirkeran bi hevre têkçûna kurdan pîroz dikirin. Lê Barzaniyan bi gulleya şoreşa îlonê ew kêf di qirika wan de hişt. Bi dengê wê gulleyê gemara guhên kurdan ku kerr bû bûn, paqij kir. Çavên kor bû bûn, vekir. Zimanê di devan bêdeng mabû, bi deng kir. Kurdên ku ji nûde çavên wan vebû, guhên wan paqij bû, zimanê wan geriya, bi govend û şahiyan, kêfa dagirkeran revandin, tirs û xof ji nûde xiste dilê wan.
Ew jî li xwe hay bûn ku wan kurd neqedandinin. Biryar dan ku divê berê Barzaniyan biqedînin. Ji ber ku bi hevre gihiştin wê baweriyê ku heta Barzanî hebin, dê tekoşîna kurdan ya li hember wan jî her hebe. Loma dagirkeran bi hevre berê çekên xwe dane Barzaniyan. Ji ber vê bû ku çi tiştên xerab hebûn anîn serê wan. Komkujî, Enfal û kîmyabaranî.
Ev ne bes bû ji kurdan partyeke xwe çê kirin û li ser destê wan ew berra pêxîla Barzaniyan û kurdan dan. Lê dîsa jî çi kirin nikarîbûn Barzaniyan biqedînin. Ji ber ku êdî Barzanî bû bûn Kurdistan û Kurdistan jî bû bû Barzanî. Loma jî heta ku Barzanî hebin dê Kurdistan him hebe û him jî dê misoger û avadan bî.
Ji ber vê ye ku hilbijartinên li Irakê girîng e ku divê Barzanî ango PDK bi saya dengdêrên ji welatê xwe hez dikin, bi serkeve. Pêwîste Kurd vê carê partiyê bikin hêzeke mezin û sereke da ku ew jî li hember dagirkerên Irakê rehet tevbigere. Ji bona hemî kêşeyên di navbera Irak û Kurdistanê de hene çareser bike û gaveke din berbi serxwebûnê ve biavêjin, divê partî bi serkev e.
Ey mileyê bê dewlet; ji bona ku tu bibî dewlet, di vê hilbijartina ku wê li Iraqê di rojên 11-11-2025an de pêk bê, dengê xwe bidin lîsteya 275an da ku tu bikaribe mafê xwe ê rewa bi dest bixe. Ev lîsteyeke pîroz e ku berdewamiya bi salan e.
Ev lîste bi xwîna cangoriyan, Enfaliyan û bombebaranên ku hatine serê kurdan, hatiye hazirkirin da ku xwedî li kurdên bê dewlet derkev e.
Lîsta 275 berdewamiya tekoşîna sed salan ya Barzaniyan e ku bê westan ji bona azadî û serxwebûna gelê xwe tekoşîn dane. Ji bona wê tekoşîn û armanca bi salan pêk bê divê kurdên me yên başûrê Kurdistanê deng bidin wê.
Ji bona ku miletê kurd careke din roj û bûyerên qirêj nebîne, dengê xwe bide xwe, tu lîsteya 275an e. Tu nebiyê tekoşîna sed salan e. Bi serketina vê lîstê dê kurdên herçar perçan ji komkujiyê ji koçberî û ji tunebûnê bêne azad kirin.
Heger hûn naxwazin tune bibin û li ser rûyê vê cîhanê bi azadî bijîn, divê tu û hûn dengê xwe bidin xwe ango lîsteya 275an. Ji ber ku hercar firsetên weha girîng bi dest kurdan nakeve. Vê firsetê baş bi kar bînin, partiyê ango PDK bikin yekem da ku ew jî bikaribe doza mafê we û xizmeta we bike.
Kurdno gotina serok Barzanî ku dibêje: ”Kurdistan ne nexşeyeke ji kaxetê ye. Ew xwîna damara Kurdan e”. Gotinên Serokê Herêma Kurdistan rêzdar Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê ku di Karneval û civîna li Hewlêrê dibêje baş bixwînin û şirove bikin. Van gotinan bikin guhar û bi bixin guhên xwe da ku tim bê bîra te û we. Heta ku em weke kurd serok û rêberên xwe guhdarî nekin, gotin û şiroveyên wan nepîvin, em ê bi hevre wenda bikin. Loma jî girîng e ku hûn guh bidin van gotinên rêzdar Nêçîrvan Barzan ku dibêje:
“-Deng ji 800 hezaran bikin milyonek.
-Partî Kurdistan e, armanca wê avadan e.
-Serok Barzanî em fêr kirine, partî avraz e, Kurdistan armanc e.
-Ji bona Kurdistaneke bi hêz divê partî bi hêz be.
-Partî li Baxdayê çiqasî bi hêz be, kurdistan jî ewqasî bi hêz dibe.
-Li Kurdistanê em her partiyek bi serê xwe kar dikin lê divê em li Baxdayê yek bin.
-Ev hilbijartin zor girîng e. Divê kurd yek deng bin.”
Her weha serokwezîrê Kurdistanê rêzdar Mesrûr Barzanî di civîna destpêkirina propayanda hilbijartina ya li Hewrê weha dibêje:
-Yên ku nikarin li Kurdistanê rikberiya PDKê bikin, diçin Bexdayê û li wir hewl didin ku partiyê bê erk bikin.
-Divê em biçin Bexdayê û li wir li ser mafên destûrê yên kurdan şer bikin
-Pêwîst e em di vê hilbijartinê de xwe gelek biwestînin da ku biserbikevin.
-Serxistina lîsta PDKê ji bona bidestxistina xewnên Kurdan gelekî girîng e.
-Em bi hêvî ne ku dê pêşengê Kurdan wê her PDK be û serok Barzanî jî her serok be.
Xuya ye li vir rêzdaran sinyalekê dide, loma dibêjin: ”Ev hilbijaratin girîng e”. Heger partî bi serbikeve wê kurd bibin xwedî destkeftiya ku li bendê bûn.