Çapemeniya PKK’ê: Gerîla wê sibe gaveke din a dîrokî bavêjin!

Di çarçoveya banga rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya di 27ê Sibatê de ku ji PKK’ê xwestibû çekan deyne, kongreyê li dar bixe û xwe hilweşîne, PKK’e dê ji boy nîşandana nîyetpakiya xwe ji Tirkiyeyê re gaveke nû bavêjin.
Çapemeniya PKK’ê ragihand ku gerîlayên wan wê sibe “gaveke din a dîrokî” bavêjin.
Medyaya PKK’ê eşkere kir: “di çarçoveya banga rêber Apo û biryarên kongreya 12ê ya PKK’ê de, sibe gerîlayên azadiyê dê gaveke din ya dîrokî bavêjin.”
Çapemeniya PKK’ê ragihand, di konferanseke rojnamegeriyê de wê daxuyaniyeke fermî were xwendin û tê de behsa gava nû ya PKK’ê ya ji bo pêvajoya çareseriyê were kirin. Çapemeniya PKK’ê bi temamî eşkere nekir ka wê ev gava ku bi “dîrokê” binav dikin çi be, lê belê tê payîn ku hinek ji gerîlayên PKK’ê ji devereke Herêma Kurdistanê ber bi devereke din ve biçin û cîhên xwe biterikînin.
Li gor agahiyan, ev konferansa rojnamegerî wê li quntara çiyayê Qendîlê were lidarxistin.
Piştî banga Ocalan ya di 27î Sibata sala 20205 de, PKK’ê ragihand ku di navbera 5-7ê Gulanê de kongreya xweya 12 li dar xistiye û biryara hilweşandina xwe daye.
Di merasîmekê de li şikefta Caseneyê ya li navçeya Dûkanê ya parêzgeha Silêmaniyê 11ê Tîrmehê komeke gerîlayên PKK’ê ku ji 30 gerîlayan pêk dihat û di nava wan de Hevseroka KCK’ê Besê Hozat û 3 berpirsên din yên payebilind jî hebûn, wekî “Nîşana nîyetpakiyê” ji bo serkeftina pêvajoya çareseriyê çekên xwe şewitandin.