Piştî kuştinên PKK êdî gazî û hawar pere nake

Bûbê Eser
Piraniya kurdan piştî bûyer û kiryarên qirêj, dikin gazî û hawar, divê ax lawoo guneh bûn, di ber hîcekê de hatin kuştin, ax lawo welat wêran kirin û tepikan bi xwe dikevin. Êdî gazî û hawara wan bi qasî pênc qurişan qîmeta xwe tune ye.
Ez ne şaş bim sala 1979 bû ku rêzdar Kemal Burkay rewşa pkk nivîsîbû, lê kes û kesayetiyên kurd li ser vê ranewestiyan. Heger ew roj ew nivîsên rêzdar û hin canik û camêrn din jî hatibana berçavkirin dibû ku îro em ne di vê rewşê debana.
Tu dev ji kes û kesayetiyan berde, heta hevalên rêzdar yên 20-30 salî ku ew jî weke rêzdar difikirîn. Lê piştî demekê ji ber berjewendiyên xwe ê sexsî, ji bona pere û post, êdî li dij wê xetê derneketin. Hêdî hêdî ango pişo pişo ketin parastina pkk. Heta hinan bi mûçe jî di nava wê de dest bi kar kirin.
Gelek ji siyasetmedar û rewşenbîrên ku ew xeta ku berê diparastin, ji bîr kirin. Hinan jî rêxistina xwe perçe kirin û li ser dikan destên pkk di nava destên xwe de bilind kirin ku tiştekî bi dest bixin. Lê pkk dîroka xwe ya ku dagirkeran ji wan re nivîsîbûn ji bîr nakin. Îmkan û tu tistan nade kesên ku berê li dij wan bûn.
Lê hezar mixabin hê jî gelek, serok, rêber, siyasetmedar û rewşenbîran ev fêm nekirine. Piranî niha tepikan bi xwe dikevin û dibêjin me çi kir? Weke gelek biyanî dibêjin: ”Heger aqilê kurdan yên talî li serê me ba”. Yanî piştî her tişt diqede heşê me kurdan ji nû de tê serê me ku êdî em nema dikarin tiştekî bikin.
Min dema dest bi romana SAPO kir, xwest dîroka sapociyan ya wê demê û rewşa tevgerên heyî binivîsînim. Dema min dest bi nivîsandinê kir, bûyer û kiryarên Sapociyan yek bi yek weke filmekî sînemayê hatin ber çavên min. Loma min lê temaşe dikir û dinivîsî.
Li ser vî asasî min ev roman di heft salan de qedand. Ev ne tenê romanek bû. Weke belgenameyek dîrokî û siyasî ya bakurê Kurdistanê, bû malê gel. Armanca min ji nivîsandina vê romanê ew bû ku nifşê bê vê bixwînin û hinekî ji dîroka xwe û ya Sapociyan agahdar bin.
Sapo çawa û li ser çi asasan derket, dewletê ew çawa peyde kir. Çawa perwerde kir? Rêya ku wê çawa kurdan biqedîne û Kurdistanê wêran bike, fêr kirin. Ew jî amade bû vê pêk bîne. Di destpêkê de xortên birçiyê azadiya welatê xwe bûn. Ref bi ref derketin serê çiyan bê ku bizanibin şer di ber kê de dikin.
Sapo ji ber di şexsiyeta bavê xwe ê kurd ku tade li dayika wî ya tirk dikir, bû dijminê gelê kurd ku kurdan tune bike û Kurdistanê wêran bike. Ji ber vê bû Sapo hêz û qaweta xwe ji dewletê digirt û bi saya zilamên dewletê yên çekdar ku weke endamên Sapo bûn, kî xwest kuştin, malên mezinên kurd bi ser wande hilweşand. Wêranî û talaniyeke weha kirin ku bi qasî heft milyon kurd ji cih û warê xwe reviyan. Li metropolên tirkan bi cih û war bûn. Ji xwe dagir-keran jî ev dixwestin.
Kadroyên ne Sapocîbûn, di meş û xwepêşandanan de ji aliyê çekdarên Sapo ku zilamê dewletê bûn dihatin kuştin. Sapociyê ku hema rexneke biçûk an gotineke ne li gor Sapo bigotina an gotibana dihatin kuştin. Ev jî ji bona Sapo bikin serokekî ku tu gengeşe ê munaqeşe li ser wî nabe. Heger munaqeşe û gengeşe li ser wî hatiba kirin dê wê bihata zanîn ku ew zilamê dewletê bi xwe ye. Loma jî gotinên li ser Sapo ku wî rexne bike an kêmaniya wî bibêjin hatibû qedexekirin.
Dewletê haziriya Sapo ku dest bi şerê çekdarî bike kirin. Ji bona vê haziriyê jî ew berê, li ser peymaneke li hev kirî di nava Şam û Enqereyê de ew şandin Sûrî da ku xwedî lê derkevin.
Piştre darbeya leşkerî kirin. Zilm û zorek bê hempa pêk anîn. Şerê tunebûna gelê kurd bi serpereştiya Sapo dane destpêkirin. Encama şer diyar bû ku wêraniya kurdistanê û ji holê rakirina kadroyên ku nehatibê girtinê bû. Zilmeke nedîtî di zîndanê Diyarbekirê de kirin ku kî ji wir derketin berê xwe dane çiyê. Bi gotineke din zîndan kirin karxaneyeke ku hazirkirina gerîlayên Sapo.
Piştî geşbûna şer. Êdî dest bi kuştina kadroyên nava xwe yên damara kurdewarî bi wan re hebûn, ji aliyê çekdarên dewletê ku weke endamên Sapo bû hatin kuştin. Wê demê jî kes li ser van kuştinan ranewestiyan. Gelekan û bêtir endamên Sapo digotin ku şer e, kuştin jî normal e.
Di romana Sapo de bi zelalî hatiye nivîsîn, heta ku yek welatperwerek di nava rêfên Sapociyan de bimîne, çekên xwe danîne.
Hûn bala xwe bidinê, qaşo pkk çekên xwe şewitandin, lê em dibin şahîdê wê yekê ku rojê çend gerilayên xwe dikujin. Kuştina wan jî weke berê bû, radigihînin raya kurdan. Lê ez bi xwe ji vê nebawerim. Niha dikujin. Ji ber ku li gor destûra dewletê ji wan re nivîsîbû, tevdigerin . Heta ku yek welatparêz di nava wan de bimîne dê bi temamî çekên xwe teslîm nekin.
Yanî ev bi me dide zanîn ku hê jî di nava pkk de welatparêz pir in. Piştî ji holê rakirina wan tevan wê pkk bi temamî çekên xwe teslîmî xwediyê xwe bikin û vegerin welatê xwe.
Lîstik pir mezin e. Divê kurd haydarê vê pêvajoya ji bona tunekirina kurdan destpê kirî ye, bin. Weke Cegerxwînê mezin gotibû: ”Heta em nebin yek emê herin yek bi yek”. Û ji xwe niha diharin yek bi yek, lê ev hê jî ne di bala partiyên Kurdistanî deye.