Nasnameya 7 gerîlayên ku PKKê mirina wan li Zapê veşartî aşkere bû

Nasnameya 7 ciwanên din yên Kurdan aşkere bû ku rêxistina PKKê ew li Adara îsalê li Zapê da ne kuştin û mirina wan veşartî hiştibû.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê roja yekşemî 2ê Mijdara 2025ê, nasnameyên 7 çekdarên xwe aşkere kirine ku li Adara îsal 2025ê li devera Zapê ya li Başûrê Kurdistanê dane kuştin û mirina wan veşartî hiştibû.
Navên wan wisaye:
Egît Rasîm ji Bedlîsê.
Bêrîvan Husnu ji Şirnexê.
Receb Îsa ji Mêrdînê.
Veysî Receb ji Colemêrgê.
Omer Herdan ji Hesekê.
Salim Suleyman ji Rimêlanê.
Xelîl Ebdulqadir ji Reqqayê.
PKKê di pesnê tevan de gotiye milîtanên me yên Apoyî bûn xwe fedayê rêbertiyê kirin!.
Ji dema destpêkirina pêvajoya aştiyê û bi dawî bûna çalakiyên çekdarî, malbatên Gêrîlayan li benda vegera zarokên xwe ne, lê belê PKKe her roj wêneyên komên wan parvedike û ji malbatên wan re dibêje: Zarokên we bi salane di jiyanê de nemane.
Li gorî agahiyên destê me, hêjan bi hezaran ciwan ma ne ku nasnameya wan veşartî maye û PKKê mirina wan îfşa nekirî ye.