Devlet Bahçelî: Ocalan heta niha sozên xwe bi başî bi cîh anîne

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyê axivî û got: Divê Komîsyon biçe Îmraliyê û peyaman ji devê yekem werbigire. MHP amade ye biçe Îmraliyê.
Devlet Bahçelî, piştgirî da wê yekê ku Komîsyona biçe Îmraliyê û nêrînên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan wergire.
diyar kir, “Tîr ji kevanê derketiye û berê xwe daye armanca pîroz” û got, armanca wan “Tirkiyeya Bêteror” e.
Bahçelî da zanîn ku Komîsyona li Parlamentoyê hatiye avakirin gihiştiye dawiya xebatên xwe û ji bo çûna Îmraliyê lambeya kesk pê xist:
“Divê Komîsyon biçe Îmraliyê û peyaman ji devê yekem werbigire, ev yek dê pêvajoyê xurttir bike. Nêrîn û ramanên rêbertiya damezrîner a PKKyê yên ji bo vê qonaxa dawî bên wergirtin û nîqaşên bêencam ên ku ev çend roj in li ser mijarê tên kirin, bên bidawîkirin. Partiya Tevgera Neteweperest amade ye beşdarî heyeteke wiha bibe.”
Bahçelî anî zimên ku vekişîna PKKê ji Tirkiyeyê geşedaneke girîng e û got, “Heta niha Îmraliyê soza xwe girtiye û li pişt daxuyaniyên xwe sekinîye. Ji bo ku em bi hêvî bin gelek sedemên me hene.”
Serokê Giştî yê MHPyê her wiha li ser paşeroja HSDyê jî axivî û got: “Em tevlîbûna endamên rêxistinê bi çekên xwe ve bo nav HSD/YPGyê û daxwaza avakirina tumeneke cuda wekî gefeke rasterast li ser ewlehiya xwe ya neteweyî dinirxînin.
Berdewamkirina hebûna PKKyê di bin sîwaneke din de, li dijî armancên ‘Tirkiyeya Bêteror’ û ‘Herêma Bêteror’ e.”