Bakirhan: Divê Komisyona Aştiyê serdana Ocalan bike

Hevserokê Dem Partiyê amaje da ku, divê Demirtaş û tevaya girtiyên doza Kobaniyê bên berdan.
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Tuncer Bakirhan îro roja Sêşem, 4ê Mijdara 2025ê, ragihand: “Li ser daxwaza Bahçeli ji bo berdana Demirtaş, ku amaje dabû ku berdana wî dê ji bo Tirkiyeyê baş be, em spasiya wî dikin û divê êdî Demirtaş û tevaya girtiyên doza Kobaniyê bên berdan.”
Tuncer Bakirhan amaje jî da: “Şandeya Îmraliyê bi awayekê fermî ji Erdogan xwestiye ku Komisyona Aştiyê serdana Ocalan bike.”
Bakirhan her wiha anî ziman ku ew dixwazin rojên pêş bi Devlet Bahçelî re hevdîtinê bikin.
Serokê Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçeli di civîna fraksiyona partiya xwe de li Parlementoya Tirkiyeyê daxwaza berdana Demirtaş kir û tekez kir ku, berdana wî dê ji bo Tirkiyeyê baş be.