Çima gelê Kurdistanê dengê xwe dide PDK ê?

Hilbijartinên parlementoya Iraqê dê di 11 ê Mijdara 2025 an de werin lidarxistin. Pêvajo zor hestîyar e. Nakokî berdewam dike, û xuya ye ku şer dê li gelek deveran, bi taybetî li Îran û Iraqê, berdewam bike. Ji ber vê yekê, divê Kurd bi fahmekî stratejî tevbigerin.
Anketên raya giştî û bangeşeya meydana nîşan didin ku PDK dê di van hilbijartinan de dengek zêde Wergire. Ji ber vê yekê çima Kurd dengê xwe bidin PDK ê? Ji ber du sedeman.
Ya yekem, ew ji helwesta PDK ê tê. Bê guman, mirov li dîroka PDK ê dinêrin. Lê ew ne tenê ji ber dilsoziyên dîrokî, lê di heman demê de ji ber sedemên pratîkî yên heyî jî, PDK ê tercîh dikin. Mînak, wê di demekê de ku her kes êrîşî kabîneya nehemîn dikir ku ji hêla Mesrûr Barzanî ve dihatin rêvebirin, hemî jî di hewldanek hevgirtî de ji bo bidawîkirina Kurdistanê bare hikûmet girt ser milên xwe. Di bin zexta li derveyî welêt ji Îran, PKK, Heşdî Şebî, û heta hin hêzên Rojavayî, û li hundir ji hikûmeta navendî, Dadgeha bilin a Destûrî, û hêzên gendel û hevkar ên wan ên Kurd, her kesî hêvî dikir ku ev hikûmet teslîm bibe. Tevî van hemû êrîşan, hikûmeta Mesrûr Barzanî:
Şoreşa çandiniyê kir.
Sîstema burokrasiyê ya westîyayî û nezelal reforme kir.
Di pêşxistina hilberîna navxweyî û geştiyariyê derveyî dahatên petrolê rêyên dahtî bo gelê Kurd sazkirin.
li dijî êrîşên leşkerî û siyasî bi şêwazê xwe bersiv da û rêgirî li êrişan kir.
Nasnameya Kurd di hemî qadên xebatê de berz kir.
Bi çareserkirina pêdiviyên berbiçav ên jiyana rojane, wek av, elektrîk, rê û ban û pêdiviyên din ên bi vî rengî dabîn kirin, kalîteya jiyana xelkê Kurd baştir kir.
Welatiyên Herêma Kurdistanê jîr û zîrek in, bi salan şer û derberî kişandine. Ew hem dîroka xwe baş dizanin û hem jî berjewendiyên xwe dizanin.
Gelê Kurdistanê jiyaneke Kurdewarî, rehet û serfiraz dixwaze.
Ew dizanin ku “kiryarên PDK ê garantiya pêşeroja wa ne.” Ji ber vê yekê ew dengê xwe didin PDK ê…
Hûn ji ku derê lê binêrin hûnê bibînin ku, tenê reqîbê PDK ê ew bi xwe ye. Her çend dibe ku YNK hewl bide xwe wekî hevrik nîşan bide jî, ev ne rast e. Armanca YNK ê ew e ku bi piştgiriya Iraq, Heşda Şabî û Îranê di hilbijartinan dehebûna xwe biparêze.
Serokê YNK ê Bafil Talabanî di hilbijartinên dawî de bi qîrîn û şikandina mîkrofonan hewl da ku vîzyonek ji bo xwe biafirîne. Lê ew serneket. Niha ew dixwaze xwe weke mirovekî maqîl û têgihîştî; demokrat û lîberal; welatparêz û Kurdistanî nîşan bide. Lê ev tiştene ji Bafil nayên. Ji ber ku “çi di torbê etarî de hebe wî difroşe.”
Awêneya mirova kiryare kes li gotina nanêre.
Ew behsa azadiyê dikin, li Otêla Lalezar ciwanên Kurd dişewitînin û mirovên weke Hawkar Caf dikujin.
Ew behsa xizmetkirina ji bo çar parçeyên Kurdistanê dikin, lê ew Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê radestî dewleta Îranê dikin û Qûdsa Kurdan-Kerkûkê radestî Heşdî Şebî dikin.
Ew behsa demokrasiyê dikin, lê siyasetmedarên li Silêmaniyê yan têne desteserkirin an jî xwe dispêrin Hewlêrê.
Ew behsa bidawîanîna gendeliyê dikin, lê ew û Qubadê bira ji helîkopterên xwe yên taybet danakevin. Lîsta mal û milkên wan ên li Birîtanya ji Silêmaniyê heta Tehranê dirêje. Pereyên ku ji gumrikan werdigirin, dixin berîka xwe.
Li ser dikê şirînok diaxivin, lê hûndirî wî ‘Faşîstî’ lê di fure. Tu bêjî “Gendal” li wan tê, tu bêjî”Komploger” li wan tê, tu bêjî “Bêwefa” li wan tê, tu bêjî “dijûnder” li wan tê, Tu bêjî “berdûş” li wan tê. Tu çi sifatê ne baş bijmêrî hemî li Bafil tên. Ji ber ku ew kesekî bêraman, bê prensîb û bêqarekter e.
Me çi got; xelkê Herêma Kurdistanê pir polîtîk e. Gava bafil diaxive ew pê dilîzin. Lê xelkê başûrê Kurdistanê pêşeroja welatê xwe, ya bajarê xwe, ya malbata xwe û zarokên xwe tu carî radestî Bafil Talabanî neke. Ji ber vê yekê xelkê Herêma Kurdistanê piştgiriyeke milyonî dide PDK ê.